Der barê Sekreterê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî de bi hinceta tevli çalakiyên “Şertên girtiyên siyasî yên girtîgehê", “çalakiya raperîna sivîl", "Komkujiya Roboskiyê" û “Darvekirina Şex Saîd" bûye lêpirsîn hatin vekirin. Bîlîcî, anî ziman ku ji bo bûyerên tarî neyên ronîkirin der barê wî de lêpirsîn tên vekirin û dixwazin pêşiya wî bigirin.
Piştî ku di sala 2009'an de li dijî avahiya ÎHD'ê operasyon pêk hat û belge û arşîvê wê yê yên 28 salan hatin desteserkirin, hemû belge û xebatên wê yekî xebatên îlegal hatin nîşandan. Herî dawî der barê Sekreterê  ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî de gelek lêpirsîn hatin vekirin. Der barê Bîlîcî de ji ber di 2011'an de beşdarî 104'emîn çalakiya "Bila winda bên dîtin kujer bên darizandin" bûn, ji aliyê Dozgerê Bi Rayeya Taybet ê Amedê ve li 6'emîn Dadgeha Asliye Ceza doz hate vekirin.
Bîlîcî, anî ziman ku di dema dawî de dozger li wî hatiye xezebê û dest bi lêpirsînan kiriye. Bi hinceta tev li çalakiyên “Şertên girtiyên siyasî yên girtîgehê", “çalakiya raperîna sivîl", "Komkujiya Roboskiyê" û “Darvekirina Şex Saîd" bûye lêpirsîn hatin vekirin. Bîlîcî, anî ziman ku ji bo bûyerên tarî neyên ronîkirin der barê wî de lêpirsîn tên vekirin û dixwazin pêşiya wî bigirin.
Bîlîcî, anî ziman ku dozger û daraz bi armanca xebatên wan asteng bike û rê li pêşiya hewldanen wan ên ronîkirinê bike ew xistine bin dorpêça darazê. Lê ew dê bi her awayî xebatên xwe berdewam bikin.

DÎHA/AMED