Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê ji bo 4 girtiyên ji 20’ê Nîsanê ve di greva birçîbûnê de, civiya û îşaret bi xetera li ser jiyana girtiyan kir. Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Stenbolê ya ÎHD’ê bal kişand ser rewşa Ergîn Aktaş, Dîcle Bozan, Yûsûf Bûlût û Ehmedî Xamî ku ji 20’ê Nîsanê ve li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê ya Izmîrê bi rengekî bêdem-bêdorveger di greva birçîbûnê de ne. Civîna çapemeniyê li avahiya ÎHD’ê ya Stenbolê hate kirin. Bi navê endamên komîsyonê, Mehmet Acettîn daxuyanî da. Daxwazên insanî dikin Acettîn bal kişand ser daxwazên girtiyan û got, “Divê emeliyata hevalên me bê kirin û werin dermankirin. Pêwîst e, şert û mercên girtîgehê bên sererastkirin. Sewqên ku demeke dirêj e bê bersiv hatinbe hiştin, divê bi cih werin anîn. Weke parêzvanên mafên mirovan em dixwazin bersiv ji daxwazên girtiyan re bê dayin, ji ber ku xetera li ser jiyana wan roj bi roj mezin dibe.” ANF/STENBOL