Helbestvan Kamîran Ehmed Alî sala 1964’an li gundê Hebeş ê girêdayî bajarê Amûde ji dayik bûye. Dibistana seretayî li gund xwendiye û navîn û amadeyî li bajarê Amûde xwendiye. Ji ber rewşa malbatê ya madî dev ji xwendina xwe berdaye.
Kamîran ji bo malbata xwe xwedî bike û bi bavê xwe re bibe alîkar ajokarî kiriye. Ew ji ber şert û mercan sala 1987’an bi malbata xwe re derbasî bajarê Heseke bûye û li taxa El-Salihiyê bi cî bûye. Sala 1989’an derbasî Şamê dibe û li wir jî ajokarî dike.
Li Şamê Tevgera Azadî nas dike
Kamîran sala 1996’an dizewicê û niha 4 keç û 3 lawikên wî hene. Helbestvan Kamîran Tevgera Azadiya Gelê Kurd li bajarê Şamê dinase. Bi tevgerê bandor dibe û çend caran di civîn û şahiyan de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dibîne. Di wan civîn û şahiyan de gelekî bi axavtinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bandor dibe.
Dest bi nivîsandina helbesetan dike
Di nava xebat û kar de her tim dêhna wê li ser zimanê Kurdî ye. Xwe bi riya xwendina kovar û rojnameyên Kurdî dielimîne nivîsandina Kurdî. Sala 2011’an bi şoreşa Sûriyeyê re deriyê herkandina hestên xwe li ser lênûsê li pêşiya Helbestvan Kamîran vedibe. Sala 2011’an derbasî Rojava dibe. Ew gelekî bi bûyerên şoreşê, êşa gel, komkujiyên li ser sivîlan pêktên û berxwedana YPJ/YPG`ê bandor dibe û dest bi nivîsandina helbestan dike.
100 helbest nivîsandiye
Helbestvan Kamîran heta niha 100 helbest li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şoreşa Sûriyeyê, Tevgera Azadiya Gelê Kurd, şoreşa Rojava û YPJ/YPG`ê nivîsandine.
Kamîran ji bo helbestên xwe wiha dipeyive: ”Dema min despêke helbest dinivîsandin, zimanê min û hûnandina min gelekî qels bû. Her ku min nivîsand ez di nivîsandina helbestan de pêşketim. Min helbest nivîsandin lê belê min neweşandin. Di dawiyê de min biryar girt ku ez helbestên xwe di rojname û kovarên Rojava de belav bikim. Ez niha bi saziyên ragihandinê re di nava têkiliyê de me ji bo helbestên xwe bi herkesî re parvebikim.”
IHSAN EHMED / ANHA / HESEKE