Ji bo vê jî konên bazarên serdema navîn hatin vedan û xelkê bajêr û derdorê dezgehên xwe li bin van konan danîn. Yek ji hunermendên li bin konan dezgeh danî jî Sandy Strahl bû ku xarûf û pincikan çêdike û ji keviran jî peykeran çêdike. Sandy a ku navê Sandys Steinreich (Împaretoriya Keviran a Sandy) li dezgeha xwe kiriye, her sal tê vê bazarê dezgeha xwe datîne û pê re jî fêrî mezin û piçûkan dike ka çawa mirov pinc û xarûfkan çêke. Her kes dikare destê xwe di nava heriyê bixe û li gorî dilê xwe û bi alîkariya Sandy bi destê xwe tiştekî çêke. Sandy her sal ji Attennau ji bo tevlî vê bazarê bibe hefteya duyem a Tebaxê tê Friedberg a eyaleta Hessenê.
Sandy a ku dema me wêneyê wê girt, dezgeha xwe berhev dikir, dema dît zarokên piçûk hene, bi qeşmeriyan ew kenandin.
FRIEDBERG