
Ev mozaîka hanê ya ku ji beriya mîladê sedsala duyem maye, ne bi hunerê mozaîkê, lê bi mohra li ser xwe balê dikişîne. Li ser vê mohrê em navekî dixwînin: “Hephaestion“, Ev navê hanê muhtemel e ku yê hunermendê mozaîkê bi xwe be. Ya herî balkêş jî ew e ku wî li ser mozaîkê rengê rûpeleke kaxezî çêkiriye, ji çar aliyan ve ew kaxez bi mohra şemê bi zemîn ve kiriye, lê yek ji mohrên zemîn ji erdê vebûye û hêdiya li xwe diqulibe. Ango di nava hunerê mozaîkê de em hunerekî din ê ji nîgarkêşiyê jî nas dikin. Ev berhema hanê li Bergamaya îro rojavayê Tirkiyeyê hatiye dîtin, û paşê tevî gelek bermahiyên din ew birine Elmanyayê. Ew îro li Muzexaneya Pergamon a li paytexta Elmanyayê Berlînê tê pêşandan.
BERLÎN