Namzeta Parlamena Ewrûpayê (PE) li Swêdê, Evîn Incîr çû serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Swêdê.

Incîr a ku di rêza 5´an de namzet e ji bo Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê, di dema serdanê de got, partiya wan piştevana gelê Kurd û HDP’ê ye, binpêkirina mafê mirovan a tifaqa faşîst a Erdogan û AKP’ê û êrişa li dijî Kurdan rexne kir. Incîr got, heger ew were hilbijartin, ew ê binpêkirina mafan û komkujiyên li Kurdistanê û Tirkiyê bîne rojeva parlamenê.

Kurdistanî û dostê wan ku ji Gobeborg, Halmstad û Helsîngbrgê hatin û Duşemê dest bi greva birçîbûnê kirin, di konê li Meydana Odenplanê de li ser tecrîdê nivîskî û devkî raya giştî ya Swêdê agahdar dikin ji bo ku wê bihistyar bikin.

 

ANF/STOCKHOLM