Welatiyên gundê Siftekê yê li ser sînorê Bakruê Kurdistanê ye di saetên êvarê de  li nêzî sînor cenazeyê kesî dîtin. Welatiyan hêzên Asayîşê agahdar kirin, li ser vê yekê hêzên Asayêşê berê xwe dan cihê bûyerê û cenaze anîn, di encama lêkolînê de derket holê ku cenaze yê welatê bi navê Remedan Fariq ê ji gundê Girdê yê Kobanê ye. Di encama lêkolînê de hate zanîn ku 2 roj Remedan dema bi armanca kar berê xwe dabû herêma sînor da derbasî Bakurê kurdistanê bibe ji aliyê leşkerên Tirk ve hate qetilkirin. Ji wê rojê ve cenazeyê Fariq li erdê mabû.

Hêzên Asayîşê cenazeyê Remedan radestî malbatê kirine, cenaze dê sibe li goristana gund Girdê bê veşartin.

Derbarê bûyrê de welatiyê bi navê Welat Şêxo yê ji gundê Siftekê diyar kir ku 2 roj berê Remedan Fariq li gundê wan bû û got ku Remedan bi armanca peydakirina pêdiviyên xwe û zarokên xwe yên jiyanê berê xwe da sînor da ku derbasî Bakurê Kurdistanê bibe û li wir kar bike. Şêxo, da zanîn ku ji wê rojê ve agahî bi temamî ji Remezan qutbûn û îro di saetên êvarê de cenazeyê wî li ser sînor hate dîtin. 


 ANHA/KOBANÊ