Dewleta Ingilîstanê bavê şervanekî YPGʼê yê Ingilîz bi tohmeta terorîzmê girt. Çeteya DAIŞʼê demeke dirêj gef li şervanên azadiyê dixwarin ku zirarê bide malbatên wan. Lê niha dewleta Ingilîstanê karê DAIŞʼê di pratîkê de bi cih tîne. Ingilîstan li aliyekî krîmînalîzekirina şervanên li dijî DAIŞʼê û YPGʼê sîstematîk dimeşîne li aliyê din jî karê DAIŞʼê dike û zirarê dike li têkoşîna li dijî hovîtiya DAIŞʼê.
Dan Newey sala 2017ʼan tevlî nav refên YPGʼê bû.
Polîsan 11ʼê Kanûnê bi bi ser mala bavê wî Paul Newey ê 49 salî de girtibû. Hingê telefona w ya destan û komputera wî hatibû desteserkirin. Polîs niha ew kir nezaretê. Kurê wî yê 18 salî Sam jî tevî bavê wê ji bo îfadegirtinê birin qereqoleke polsîan û îhtîmal heye, Sam jî bê girtin. Polîs 13 saetan her du ji bo kurê Paul ê mezin Dan Newey kire ber lêpirsînê. Dan ê 27 salî sala 2107´an tevlçî nav refên YPGʼê bûbû. Newey 4 rojan girtî mabû û bi kefaletê hatibû berdan.
Polîs bê destûreke lêgerînê, 11ʼKanûnê çûbû mala dayika Dan Newey jî. Ew jî biribûn qereqolê û polîsan 12 saetan ew kiribû ber lêpirsînê.
Polîsê West Midlandê jî erê kir ku zilamekî 49 salî li Solihullê hatiye girtin bi tohmeta fînansekirin û desteke terorîzmê, ew paşê hatiye berdan bi kefaletê, lê lêpirsîn dewam dike. Ev doza hanê û dozên beriya niha yên li dijî Ingilîzên şerê DAIŞʼê kirî, mirovan matmayî dihêle, ji ber ku Ingilistan bi vî rengî li aliyê DAIŞʼê şerê li dijî DAIŞʼê lawaz dike. Li aliyê din jî taqîba cezayî li dijî YPGʼê normal dike.
LONDON