Diyar bû ku hikûmeta Ingilîstanê, Siûdî jî di nav de dema ku çek dane gelek dewletan danezana mafê mirovan piştguh kiriye û hiqûq binpê kiriye.
Li gorî rojnameya The Independent ku li Ingilîstanê weşana xwe dike, hikûmeta Ingilîz dema ku çekan difiroşe Erebistana Siûdî mafê mirovan bin pê dike.
Li gorî The Independentê, hikûmeta Ingilîstanê dema ku çekan dide dewletên weke Erebistana Siûdî, nanihêre bê ka polîtîkayên van dewletan li gorî peymanên mafê mirovan in yan na.
Berdevkê hikûmetê têkildarî mijarê daxuyanî da rojnameyê û got, tenê dema ku çek têne firotin tê hesêb kirin bê ka ji bo binpêkirina mafê mirovan tê bikaranîn an na.
Firotina çekan a ji bo Erebistana Siûdî
Erebistana Siûdî li dinyayê yek ji wan dewletan e ku herî pirr çekan dikire. Herî pirr jî DYE û Ingilîstan çekan difiroşin vê dewletê.
Lê Erebistana Siûdî bi destekdayîna komên cîhadî ên li Sûriyê, bi êrîşên xwe yên bi ser sivîlan de li Yemenê li Ingilîstanê bûye rojev. Kesên ku nerazî ne çekan difiroşin Erebistana Siûdî serî li Dadgeha Bilind dan û van rojan wê biryar diyar bibe.
The Independent jî beriya biryarê têkildarî mijarê nivîsek belav kir.
Di nûçeyê de cih dide rapora komîteya parlamentoyê ku ji kuştina 47 sivîlan a li Yemanê dewleta Siûdî berpirsyar dibîne û her wiha tê gotin bombeyên ku li Yemenê bû sedema mirina 10 hezar mirovan, bombeyên weşî yên Ingilîstanê ne.
Wezîrê berpirsê Rojhilata Navîn û Efrîkayê Tobîas Ellwood li ser mijara komkujiya Yemenê got, "bûyerên li herêmê yek bi yek nehatine nirxandin û ev bûyer ji bo ku bigihîjin ramaneke giştî hatine bikaranîn."
LONDON