Li ser navê Înisiyatîfê û malbatên girtiyan Hevserokê Giştî yê TUHAD-FED’a ku hat girtin û Hevberdevkê Înisiyatîfa Piştgirtina bi Zîndanan re Mehmet Temîzyuz daxuyanî xwend. Temîzyuz destnîşan kir ku kevneşopiya berxwedana zîndanan ji Mazlum, Kemal û Xeyrîyan berê xwe daye azadiyê û heta roja îro didome û got, li dijî cunta faşîst a 1980’yî girtiyan bi slogana “Teslîmiyet xiyanet, pasîfbûn bibinketin e û berxwedan serketin e” berxwedan hat geşkirin û nûnertiya kevneşopiya Mazluman hat domandin.
‘Em ê tax bi tax bixebitin’
Temîzyuz zilma dewleta Tirk bi bîr xist û got, “Bila baş bi vê zanibin ku ti kes nikare mohrê li vîna Kurdan bixe. Dibe ku hûn karibin saziyên me bigirin lê hûn nikarin têkoşîna me ya bi rûmet û bi bawerî asteng bikin. Li bajarên Kurdistan û Tirkiyê hema bêje her malbetek kesek û çend kes girtiyê wan hene. Em bi vê heqîqetê xebat û têkoşîna xwe tax bi tax, kolan bi kolan û bajar bi bajar bidin meşandin.”
AMED