
Li 113 welatan pirzimanî heye
Li gorî nexşeya Cîhanê ya di 21'ê Sibata 2002'an de ji aliyê UNESCO ve hat amadekirin 6 hezar ziman hene û nevîyên wan di talûkeya tunebûnê de dijîn. Ji 194 welatên endamên Neteweyên Yekbûyî (NY) li 113 welatan ji zimanekî zêdetir gelek zimanên fermî hene. Li Komara Gel Çînê 51, li Hindistanê 36, li Rusya yê 34, li Îtalyayê 11, li Filipinê 17, li Efrîqaya Bakur 11 zimanê zikmakî fermî ne. Li cîranên Tirkiyeyê Iraqê 4, li îranê 8 zimanên fermî hene.
Plana 'dibistanên taybet'
Li Tirkiyeyê kurd bi salan in daxwaza perwerdehiya zimanê zikmakî dikin û dixwazin zimanê wan jî bibe zimanê fermî. Lê dewlet û hikûmet her tim bi tirsa 'Dê Tirkiye perçe bike' zimanê kurdî înkar dike û destûr nade ku kurdî bibe zimanê fermî. Di pakêta Hikûmeta AKP'ê ya "Demokratîkbûnê" de jî tê gotin ku hikûmet armanc dike ku "Dibistanên Taybet" ava bike. Li van "Dibistanên Taybet" dê dersên kurdî bên dayîn. Lê di hemû dibistanên seretayî, navîn, lîse û zanîngehan de dê kurdî wekî zimanekî perwerdehiyê neyê dayîn. Hikûmet armanc dikin ku bi guhertina hêjmara 5580'an a Zagona Perwerdehiya Zaybet "Li Dibistanên Taybet" perwerdehgiya zimanê zikmakî bidin û perwerdehiyê di nava sînorekî teng de bihêlin.
Mînakên cîhanê
ALMANYA: Li Almanyayê li dibistanên sereteyî hefteyê 3 û 5 saet mecbûrî perwerdehiya zimanê zikmakî tê dayîn. Di bin navê "Plana Lihevhatina Neteweyî" de perwerdehiya cot ziman tê dayîn. Zimanê elmenî û tirkî bi hevre tê dîtin. Lê li gel vê yekê Serokwezîr Erdogan ev yek rexne kiribû.
ÇÎN: Li Çînê gelek civak û nijadên cuda hene. Li Çînê 140 ziman tên axaftin. Zimanê fermî Çînî ye. Di sala 1984'an de bi zagona "Xweseriya Herêmî ya Kêmarên Neteweyî" li her herêmê bi zimanê xweser perwerde tê dîtin. Herêm dikare bi xwe biryara perwerdehiya ziman bide.
EFRÎQA BAKUR: Di makeqanûna 1993'an de ziman wekî mafekî bingehîn ê mafê mirovan hat dîtin û pir zimanî wekî dewlemendiya welat hatiye dîtin. Li gel zimanê îngîlîzî, Afrikaans 9 zimanên cuda wekî zimanê fermî hatiye qebûlkirin.
BOLIVYA: Li Bolivyayê jî 37 zimanê fermî hene. Li Bolivya di sala 1994'an de perdehiya du zimanî ket meriyetê. Li Swêdê Komara Federal a 23 kanton heye. Zimanê fermî yê Swêd, Almanî, Firansî û Îtalî ye. Romans wekî zimanê neteweyî hatiye qebûlkirin.
SWÊD: Li gorî pergala Perwerdehiya Swêd zimanê li malê tê axaftin di perwerdehiyê de jî derbas dibe. Ger ku koma herî kêm 5 kes çêbibin dikarin bi zimanê zikmakî perwerdehiyê bibînin. Li Swêdê bi 32 zimanên zikmakî perwerdehî tê dayîn.
Li Îsraîl, Holanda, Kanada, Fransa Belçika, Hindistan, DYA, Îspanya, herî kêm bi 2 zimanan perwerdehî tê dayîn û perwerde li gorî xweseriya herêmê û zimanê herêmê tê dayîn.
ALPER ATALAY/DÎHA/ENQERE