Dewleta Tirk a dagirker û înkarker bi bereya xwe ya faşîst a AKP-MHP’ê, şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Xana Hewêl û Vartinîsê desteser kir û dagirker li wan bi cih kir. Hevşaredar jî xistin nezaretê.
Dewleta Tirk a înkarker û dagirker, bi desthilata xwe ya faşîst a AKP-MHP’ê, şaredariyên HDP’ê yên Îdir, Sêrt, navçeyên Misirc, Xana Hewêl û Vartinîsê desteser kir.
Wezareta Karên Hundir a Tirk, Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Havşedarê Xana Hewêlê Ramazan Sarsilmaz, Hevşaredarê Misircê Baran Akgul, Hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkûş û Hevşaredarê bajarokê Vartinîsê yê navçeya Têlî ya Mûşê Casim Bûdak ji wezîfeyê dûr xist û li şûna wan dagirkerek bi cih kir.
Li Şaredariya Îdirê walî Enver Unlu, li Şaredariya Sêrtê walî Alî Fûat Atîk, li Şaredariya Xana Hewêlê qeymeqam Mehmet Tûnç û li Şaredariya Misircê qeymeqam Îhsan Emre Aydin û li şaredariya Vartinisî jî qeymeqamê Têlî Hasan Sadebiyik hatin tayînkirin.
Piştî tayînkirina qeyûman polîsan dor li avahiyên şaredariyan girtin.
Hevşaredar birin nezaretê
Hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, Hevşaredarên Îdirê Yaşar Akkûş û Eylem Çelîk, Hevşaredarê Xana Hewêlê Ramazan Sarsilmaz û Hevşaredarê Misircê Baran Akgul xistin nezaretê.
HDP’ê 3 jê bajarên mezin û 65 şaredarî bi dest xistibû, lê 45 ji wan hatin desteserkirin, 6 şaredarî jî bi hinceta ku şaredar bi biryarnameyan ji wezîfeyê hatine dûrxistin, mazbataya wan nedan wan.
ANF/SÊRT
Çetetiyê tezahur kir
Dewleta Tirk bi karekterê xwe yê rastî ango çetewarî û DAIŞwarî tezahur kir. Çeteyên wê yên bi kirasê polîs doh serê sibê bi ser mala malbata Hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik ya li Êlihê de girtin û derî û şibakeyên malê şikandin.
Piştî ku dewleta Tirk li şûna Hevşaredara Sêrtê Berivan Helen Işik, dagirker bi navê qeyûm bi cih kir û erka wê ya rêveberiyê desteser kir, bi ser mala malbata wê û mala wê de girt. Çeteyên bi kincên polîs an jî weke polîs dihatin binavkirin di serdegirtina mala malbata Bêrîvan de derî û şibakeyên malê şikandin. Polîsan piştî derî û cam şikandin û li malê lêgerîn kirin, ji malê veqetiyan.
Polîsan bi ser mala Resul Kaçar de jî girtin û li malê binçav kirin. Kaçar birin midûriyeta polîsan a Sêrtê.
MA/SÊRT
AKP-MHP darbekar in
Hevserokê HDP’ê Mîthat Sancar der barê dagirkirina şaredariyên Kurdistanê got desthilata AKP-MHP’ê darbekar e, û got, ‘’Gelê Kurd û HDP serê xwe natewînin.’’
Sancar, li dijî dagirkirina 5 Şaredariyên Kurdistanê helwest nîşan da û got: “Plana desthilatê ya darbeyê didome. Şaredarî hedefa wan a ewil û herî girîng e.” Sancar di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê li Navenda Giştî ya HDP’ê de li dijî dagirkeriyê weha got: “Qeyûm desteserkirina vîna gel e. Dîsa desteserkirina ked û xwarina hemû mirovên xizan e. Ez bang li kesên xwedî rûmet û rêxistinên kedê dikim ku li dijî tayînkirina qeyûman têkoşîna demokratîk geş bikin. Rabûna li ber qeyûman rabûna li ber şer e. Redkirina polîtîkayên qeyûm redkirina şer û talankirina ked, vînê ye. Redkirina xizanî, talankirin û wêrankirinê ye. Parastina aştî û demokrasiyê ye. Ev desthilat rejîma darbeyan e. Berhemê darbeyan e. Darbekar û dijminê demokrasiyê ye. Dijminê vîna gel e. Dijminê gelê Kurd e. Gelê Kurd dizane ku li vîna xwe û rûmeta xwe xwedî derkeve. Bi salan e tu hêz û êrîşan nekarîbû vîna gelê Kurd têk bibe. Ji niha û pê ve jî wê nikaribe têk bibe. Em serî û çongê natewînin. Em têk naçin. Em ê bi biryar têkoşîna xwe mezin bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN
43 kes xistin nezaretê
Polîsan dewleta Tirk a înkarker û dagirker li Wan û navçeya Qelqeliyê, di serdegirtina malan de Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Bûrhan Atmaca û rêveberên partiyê jî di nav de 43 kes kirin binçavan.
Polîs û eskeran li gund û navçeya Qelqelî ya Wanê, di serdegirtina malan de, Hevserokê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê û rêveberên partiye jî di nav de 43 kes xistin nezaretê. Hat diyar kirin ku 43 kes têkildarî êrişa li dijî wesayîta şaredariyê ya li gundê Memedalanê hatin binşavkirin.
MA/WAN