Dayik Emîne Şenyaşar, a li Navçeya Pirsûsê alîgirên wekilê AKP’ê bi desteka polîsên dewleta Tirk, 2 kurên wê û hevserê wê qetil kirin, çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî. Emîne Şenyaşarê got, “Bila ev deng bi bereket be. Înşela dê hilweşin û biçin.”
Li Navçeya Rihayê Pirsûsê, alîgirên wekilê AKP’ê yê Rihayê, Îbrahîm Halîl Yildiz, 14’ê Heziranê kurên Emîne Şenyaşar, Celal û Adîl Şenyaşar û hevserê wê Hecî Esvet Şenyaşar qetil kirin, hem jî li ber çavên polîsan. Emîne Şenyaşar çû ser sirdoqê û dengê xwe bi kar anîn. Hilbijêrên hatin ser sindoqê sebir jê re xwestin. Emîne Şenyaşar beriya deng bide got, “Xwedêwo tu vê zilmê qebûl neke. Bila ev deng bi bereket be. Înşela dê hilweşin û biçin. Bila heqê me ji wan re nemîne. Dengê xwe nedin wan. Malbata min li ber çavê we qetil kirin. Hûn bêdeng man.” Emîne piştre çû ser sindoqê û dengê xwe bi kar anî.
Hat dîtin ku dengê Esved Şenyaşar û kurên wê Adil û Celal ên hatin kuştin jî li heman dibistanê bûn. Kurên wê yên birîndar Mehmet û Ferit Şenyaşar ku birîndar bûn jî ji ber birînên xwe nekaribûn bên ser sindoqê. Hat zanîn ku Fadil Şenyaşar jî dê li girtîgehê dengê xwe bide.
JINNEWS / RIHA