Înternet qut bû xelkê kir hewar
Înternet veguheriye pêdiviyeke welê ku gava ku doh êvarê li sê eyaletên Elmanyayê yanî li NRW, Baden-Wurttember û Hessenê girêdana înternetê ya Vodafone-Unitymediayê qut bû, qiyamet rabû. Saet ber bi 22’yê şevê Vodafonê îdîa kir ku ji ber xirabûneke bernameyeke di servereke wê de arizeyekê daye der û van mesele çareser kiriye. Lê îro danê sibê jî bi hezaran mişteriyên vê şirketê gazinên xwe ji qutbûna înternetê ya bê navber ji doh êvarê saet 19’an ve bi rêya telefonê ragihandin şirketê bixwe. Qutbûna înternetê di ser tevnên civakî re jî hat parvekirin û yek ji mijarên sereke bû. Pirsgirêka înternetê ya vê şirketê li her sê eyaletan hîna jî nehatiye çareserkirin. FRANKFURT