Di panelê de edîtorê Diyarnameyê Cemil Oguz, nivîskarê Diyarnameyê Zekî Ozmen, nivîskar Recep Dildar, H.Kovan.Baqî û gelek kesên din amade bûn. Panel bi sernavê “Rola înternetê di warê ziman de” li dar ket. Panela ku Berfo Barî bi rê ve bir de endamên Lijneya Şêwrê yên Diyarnameyê Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wekî axêver beşdar bûn.
Saya înternet têkîlî qewîtir bû
Destpêkê Dawûd Rêbiwar axivî û got ku bi sedan salan berê çawa çapxaneyê serdemek nû da destpêkirin înternet jî wisa ye. Rêbiwar qala malperên Kurdî ên pêşîn ên wekî Kulîlka Ciwan, Mehname, Amûdê û Rojeva kir û hat ser Diyarnameyê û wisa dom kir: “Înternet sînorên em parçe kirine ji holê rakir. Bifikirin me yê ji hevalek parçeyê din nivîsek çawa bixwesta? Bi înternetê re em rojane têkilî bi Kurdên Rojava, Kurdên Ewrûpayê re têkilî datînin, hev teqîb dikin bûne wekî malbatek.”
Ronesansa vî zimanî ye
Piştre Cîhan Roj bal kişand ser rojevê û diyar kir ku yek ji xirabiya mezin ku serdest li mirovan dikin jî bê moral hiştin e û loma hatina cem hev a îro girîng e. û got: “Înternet ronesansa vî zimanê ye” û wisa dom kir: “Berê ziman tenê di destê elîtan de bû bi înternetê re jî destê wan derket ket destê gel. Kurd bi kurdî re rû bi rû man. Êdî her kurdî xwe da ziman. Bi Saya înternetê ev ziman dikare berfirehtir bibe..”
Roj got ku înternet jî bo me bû qada tecrubeyan û ev yek lê zêde kir: “Înternet bû sebeb ku Kurd xwe binasin. Helbet xisarên înternetê jî hene mînak wekî hewcedariya deşarjê. Wê rojê tiştek diqewime diruşmek dinivîse û desarj dibe. Bi vî awayî têkiliya me û jiyanê qut dibe.”
ÎZMÎR