Hevşaredarên Şaredariya Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî û Wekîla berê ya BDP’ê û Berdevkê Demê ya KJA’yê Ayla Akat Ata ku di nav çarçoweya lêpirsîna 25’ê Cotmehê de, ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve dihate birêvebirin û ji hêla dadgehê ve bi îdîaya ‘’endamê rêxistina çekdar’ hatibûn girtin, birin Girtîgeha Tîpa F ya navçeya Kandira a Kocaeliyê.
Kişanak, Anli û Ata yên ku hatin girtin, bi hênceta ‘’ewlekariyê’’ bêyî ku ji parêzerên wan re jî bibêjin, şevê dî, bi derengî bi balafirê anîn Stenbolê. Navên ku ji wir bi rêya bejahiyê birin navçeya Kandira a Kocaeliyê, berê sibehê saet 03.00’an li Girtîgeha Tîpa F bi cih kirin.’’
Berî girtine li qeyûm geriyane!
Li gorî agahiyan, beriya binçavkirina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Firat Anlî, AKP ji mêj ve ketine nava lêgerîna qeyûmê. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, şandeyeke AKP’ê ku di nav de Serokê Bajêr ê AKP’ê yê Amedê Mûhammet Akar jî heyî, teklîf birine ji Ahmet Bîlgîn ku 1994-1999’an ji Partiya Refahê Seroktiya Şaredariya Amedê kiriye. Lê li gorî saloxan, Prof. Dr. Ahmet Bîlgîn ku niha li Dekaniya Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Kirikkalayê kar dike, ev teklîf qebûl nekiriye.
Li dij faşîzmê têkoşîn
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li ser girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişakan û Firat Anli, Berdevka Kongreya Jinên Azad (KJA) Leyla Akat Ata û girtina saziyên çapemeniya KUrd, daxuyaniyek weşand.
KCD’ê da xuyakirin, ku sîstema dewletê ya xwe dispêre înkara civakîbûn, di asta faşîzmê de bi rê ve diçe
Di dawiya daxuyaniya KCD’ê de hat gotin, “Em, girtina Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Gultan Kişanak û Anli, Berdevka KJA’yê Akat û girtina saziyên çapemenya Kurd, şermezar dikin. Em dibêjin; zext û êrîş wê nikaribin bi me. Roj roja têkoşîna li dijî faşîzmê ye. Em bang li gelê xwe û hêzên demokratîk dikin, ku bi hev re li ber van êrîşan rabin.”
AMED