
Bayık destnîşan kir ku tecrîda li dijî Rêber Apo ne siyaseteke di rêzê de ye û got: Ev, hişmendiya sîstema inkar û tune-kirinê ye. Bila kes ji bîr neke, ev vekirî îlankirina şer e.
Gelê Kurd mecbûr e xwe biparêze
Endamê Konseya Rêvebir a KCKê, derbarê hinek nivîskarên rojnameyan de jî got: Eger tecrîda liser Rêber Apo bidome, helbet têkoşîn û şerê gelê Kurd û Haraketa Azadiya Kurd, meşru dibe. Ji ber şer ji aliyê dewletê ve tê îlan kirin û gelê Kurd û haraketa Kurd mecbur e xwe û serokatiya xwe biparêze. Desthilatdariya AKPê û dewleta Tirk bi van kiryarên û hişmendiya xwe dibije;ez çawa dizwazim ezê haraket bikim, ev jî faşîzmeke vekirî û reş e. Li hemberî lîderên dîlgirtî de, siyasetên zext û zorê, êşkence û tecrîd sucên giran in. Li hemberî dewletek wiha zordest û faşîst, her cure serîhildan û têkoşîn meşrû ne.
Bayik bal kişande ser gotinên Rêber Apo ku û got; Eger tendurîstî, ewlekarî û azadî bê parastin ew dikare rola xwe ya çareseriyê bilîze. Dixwazin ku di cîhekî bê av de avjeniyê bikim, ev ne mukun e. li ser van daxwaza tecrîda giran dane dest pê kirin. Ev jî dide xuya kirin ku desthilatdariya AKP ê ne dilsoz e.
Ji îro û pê de, gotin, daxwaz û pêşniyazên desthilatdariya AKPê wê bi guman û baldarî werin pêşwazîkirin. AKP ê heya dixwaze bila siyaseta tecrîdê bide meşandin, heya dixwaze bila êrîşên xwe dijwar bike. Lê heya ku daxwazên Rêberê Gelê Kurd erê neke û agirbesta du alî ilan neke, pêvajoyeke din ya hevdîtinan ne mumkun e. Tenê hevdîtin ne bes in. Helwesta tê detsnîşankirin, tê wateya ku dibêjin, tenê mafê 15 rojan carekê hevdîtin e. Rêber Apo jî ev tişt red kir. Gelê kurd jî vê helwesta reşbînî erê nake. hemberî ku gelek caran agirbest hate îlan kirin jî, desthilatdariya AKPê û dewleta Tirk, êrîşkeriyên xwe domandin.
Her wusa Bayik diyar kir ku di her agirbestê de, AKPe kete nava hewldanan ku haraketa Azadiya kurd tesfiye bike û pêvajoyên tunekirinê dane dest pê kirin.
Armanc tasfîyekirin e
Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemîl Bayik anî ziman ku, armanca desthilatdariya AKPê ya çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkkirina Tirkiyê nîne. Balkêş e ku mîna CHPe salên 1930 î haraket dike û dixwaze hêza CHPê ya wê demê bidestbixe. Ev jî tê wateya tesfiye kirina gelê kurd.
Li dijî vê siyasetê têkoşînê dijwar bikin. Gerila û gel xwedî wê hêzê ye ku têkoşîna xwe berfireh û kûr bike. Bila AKP edebiyata tesfiyekirin û perçiqandin û têkbirinê neke. AKPe û derdorên wê aqubeta desthilatdariyên berî jî dizanin. Gelê Kurd wê van êrîşan jî, berteref bike û AKPe mecbur bike ku pirsgirêka Kurd, bi riyên demokratîk çareser bike.
Di ser komploya navneteweyî re 13 sal derbas bûn û got: Komploya Navneteweyî bi derxistina Rêber Apo 9ê Cotmehê de ji Suriye dest pê kir. Lê tekoşîna gelê kurd ev pêvajoya dijwar û tunekirinê berteref kir.
Rêber Apo ku di parêznameyên xwe de dibêje, komployên navneteweyî nikarin pêşketinên dîrokî bidin rawestandin. Ev jî bi têkoşîna gelê kurd û Serokatiya gelê kurd ya 13 salan hate îspat kirin.
Ev îrade nayê têkbirin
Bayik Slogana gel „hûn nikarin roja me tarî bikin“ dubare kir û got: Gelê kurd li dora Rêber Apo bû gulokek agirê dojehî û li dijî komlogeran têkoşîn kir. Li Serokatiya xwe, li destketiyên xwe û li dîroka têkoşîna xwe ya bi rûmet xwedî derket. Îradeyeke wiha nayê têkbirin û tu kes nikare bi gelê Kurd paş de gavan bidê avêtin û wiha berdewam kir: Bi saya têkoşîna gelê Kurd, berxwedana destanî ya gerila û berxwedana bi rûmet ya Rêber Apo, komploya navneteweyî di dawiya sala 2009an de hate pûçkirin û berterefkirin. Ji xwe piştî pûçkirin û berterefkirina komplo, dewleta Tirk êrîşên xwe dijwar kirin. di 14ê Nîsana kanuna 2009an de qirkirina siyasî dane destpêkirin. Dewleta Tirk û hêzên li pey wan ketin nava tirsê û hişmendiya „eger em êrîş nekin wê serketinê bidestbixin“ ketin nava tevgerê û êrîşên xwe di rengê terorê dijwar dikin. Hêzên navneteweyî jî, bi kîna têkçûnê, destekê didine dewleta Tirkiyê. Tecrîd jî komploya duyemîn e. Komploya pêşî dîlgirtina Rêber Apo bû, ya duyemîn jî, tecrîd kirin e.
Hêzên navneteweyî xwestin ku bi komploya yekemîn Rêber Apo tesfiye bikin, bê bandor bikin, piştre jî haraketa azadiya Kurd tesfiye bikin. Êdî aşkere bûye ku komploya navneteweyî di şexsê Rêber Apo de dikine pratîkê û berfireh dikin. helwesta bextreş ku çapemeniya dagirkeran dibêje bandora Apo nemaye ev e. Lê, çapemeniya şerê taybet jî wê nikaribe îradeya gelê Kurd û îradeya Serokatiya gelê Kurd bişkîne. Hewldanên dewleta Tirk, desthilatdariya AKPê û çapemeniya şerê taybet, ya ku qutkirina Rêber Apo û Haraketê û qutkirina gel û Rêber Apo serneket. Niha jî dixwazin riyên cûda bikar bînin. Îro, dîsa di şexsê Rêber Apo de, dixwazin komploya duyemîn bidin destpêkirin û tesfiyekirinê bikin rojevê. Lê nikarin serketinê bidest bixin.
Endamê Konseya Rêvebir a KCKê Cemil Bayik gotina dîrokî ku tê gotin: Ya yekemîn trajedi ye, ya duyemîn wê bibe komedî. Komploya destpêkê trajedî ye, şermezarî û hetikberî ye. Ji ber huquqê navneteweyî û peymanên gerdunî hatin binpêkirin. Niha jî, AKPe wek ajan û maşika destê Emerîka li herêmê roleke xerab dilîze. Di heman demê de, dixwaze ku komploya duyemîn serbixe. 6 mehin Rêber Apo bi malbata xwe re hevdîtinan nake, 2 meh û nîv in ku bi parêzerên xwe re hevdîtinan nake. Hemberî ku kanunên Tirkiyê ne hatine guhertin jî,ev bextreşiya keyfî kirin pratîkê. Nêzîkbûna Serokatiya gel, nêzîkbûna gele û ev jî, ji bo gelê me sedema têkoşînê ye.
Divê her cih û war bibe qada têkoşînê
Bêhtir ji her demê pêwist e gelê Kurd li Serokatiya xwe xwedî derbikeve. Dive ku gelê kurd tenê bi meşa çûna Gemlîkê raneweste. Helbet pêwist e her kes biçe Gemlîkê. kesên ku nikaribin biçin bila li cihê ku lêne, dijberiya xwe nîşan bidin. Divê ku her bajar û navçe bibe qada têkoşîn û berxwedanê. Divê ku dewlet jî, desthilatdariya AKPê jî, zanibin ku ew nikarin destên xwe dirêjî Rêber Apo bikin û li hemberî wî bêrezîyan bikin. Dive gelê kurd bide xuya kirin ku her cûre nêzîkbûna li hemberî Rêber Apo sedema şer û aştiyê ye. Dive ku desthilatdariya AKPê werê poşman kirin.
Bayik, destnîşan kir ku li Kurdistanê operasyonên qirkirinê dane dets pê kirin û got: Eger em armanca van operasyonên qirkirinê fêm bikin, emê rewşê baştir binirxînin.
Êrîşên terorane piştî hilbijartinên 29ê adarê dest pê kir. Ev destpêka pêvajoya tesfiyekirina Haraketa Azaidaya Kurd e. Ji ber ku dewlet û AKPê hêvî dikir ku di hilbijartinan de wê haraketa Kurd a Demokratîk lewaz bikin û bibin hakimê Kurdistanê. Bi hewldanên li başûrê Kurdistanê jî bêçekkirina PKKê bikin rojevê, lê hesabê wan şaş derket. Têk çûn.
Siyaseta tesfiyekirin û tunekirinê di bin navê „vekirinê“ de dest pê kir. Lê hêza dînamîk a gelê kurd ev siyaseta bextreş pûç kir û vala derxist.
Hilbijartinên 12ê Hezîranê jî rûdêna rast ya AKPê derkete holê û bi skandalên huquqî û darbeyên siyasî parlamenterên kurd di girtîgehê de girtin Parlamenteriya Hatîp Dicle xesp kirin. Ev jî hewldanên şikandina îradeya BDPê bû. AKPe îradeya gel red kir û êrîşên xwe jî dijwar kirin. Dixwestn ku hêza Kurd ya rêxistin-kirî parçe bikin.
Hişmendiya şoreşgerî pêwist e
Bayik, destnîşan kir ku, AKPê wê siyaseta teslîm girtinê bidomîne û wiha berdewam kir: Ev jî çareseriyê nayîne. Eger siyaseta demokratîk neyê erê kirin û nêzîkbûneke insanî li hemberî Rêber Apo neyê nîşandan, îradeya demokratîk ya gelê Kurd muxatab neyê girtin, mafên demokratîk û civakî û kulturî, nasname yên gelê Kurd neyên qebûlkirin, çareseriyek siyasî ne mumkun e. Di pêvajoyeke ku qirkirinên kulturî, siyasî û eskerî berdewam dikin de, mijara çareseriyê jî nayê ziman.
Ji bilî çend Şaredaran, teva hatin girtin, rêvebirên BDPê jî teva hatin girtin. Ev girtin jî di bin navê „endmaê KCKê ne“ pêk tên. Eger ev girtî teva serbest neyên berdan, ciddiyet û nirxê hevdîtinan namîne. Tu kes nikare van operasyonên qirkrinê ji nedîtî ve were. AKPe Kurdan digire û dixwaze projeyên xwe bi wan bidê qebûl kirin. Ev karakterê faşîzan ji aliyê gelê kurd ve nayê qebûlkirin.
Armanca AKPê û dewleta Tirk ew e ku Kurdên bi hişmendî, azad û rêxistniya siyasî berteref bike û îradeya gel bişkîne û got: Divê ku Kurd, li dijî her qirkirina siyasî û kulturî têkoşînên dijwar yên şoreşgerî bidin dest pê kirin. Eger êrîşên qirkirinê bi dijwraî neyên himbêz kirin û berteref kirin wê AKPe ûd ewlet serdestiyê bidestbixe. Pêwist e Gelê kurd destûrê nedê girtinan, desturê nede terora polîsên AKPê. Kurd Kurdîtiya xwe biparêze.
Kiryarên îro yên li hemberî gelê kurd, ji yên darbeya faşîst a 12ê îlonê ne kêmtir in û got: Di 12ê Îlonê de jî partî, sazî û rêxistinî teva hatin berteref kirin û li Kurdistanê qirkirina siyasî û kulturî dane dest pê kirin. Di salên 1990î de û niha jî bi heman rengî qirkirin tê kirin. Di her mitinga gelê kurd de, mirov têne kuştin, yan jî birîndar kirin. Lewma pêvajoya îro, mîna faşîzma 12ê Îlon û pêvajoya kuştinên kujerên wan ne diyar ya 1990î ye. Cûdatî nîne.
Gelê kurd 40 sal in têkoşîna azadiyê dike û got: Di vê têkoşînê de jin, ciwan, mêr, zarok jî di nav de her kes gihaye asteke xwedî hişmendî. Ji bo vê jî divê ku gelê Kurd li dijî her cûre kiryaran bi hişmendiya şoreşgerî bersivê bide. Encex bi vî rengî Kurd dikarin li hemberî operasyonên qirkirinê xwe biparêzin.
NAVENDA NÛÇEYAN