Serfirazî… Îro hêsta Kurdan bi vî pêyvê re dorpêç bûye. Kurd îro serfiraz in. Lê ne serfiraziyeke lingê xwe li hewa... Piştî gelek ceribandinan serfirazin... Piştî Agirî, piştî Palo, Elezîz, Amed, piştî Zîlan û Dêrsim û Mehebad, piştî gelek egîdên mêrxas, piştî gelek camêrên binirx, piştî Îhsan Nûrî, Ferzende Beg, piştî Şêx Seîd, Seyîd Riza, piştî Qadî Mihemed, piştî surguna Rusî, piştî tevgera Enfal, Helepçe û piştî serîrakirinên bi êş, piştî gelek komkujî, piştî şerên navxweyî, şerên birakujiyê, piştî bi tonan xapandin, bêçek kirin û piştre jî ji kokê re qirkirin… Piştî van buyeran û xêynî van jî gelek lêdan û kuştinan şunda, Kurd îro bi hêsteke serfiraz li Amedê, li qada Newzorê kom dibin.

Heya vê rojê, yên ku li serê Kurdan hatine, li cihanê nehatiye serê tu gelekî jî… Dîroka Kurdistanê, bi xapandinan û mixabin dawî jî bi komkujiyan ve têr û tijî ye. Xapandinên herî hêsan li Agirî, pêk hatibû. General Îhsan Nûrî bixwe generalekî leşkerî yê Romiyan bû, lê ew bixwe jî, hêza xwe kêr nehat ku tevgera Agirî ji xapandinan biparêze. Ji ber ku di bêrîka Romiyan de lîstik gelek in. Heke nikaribe serokatiya îsyanekî bixapîne, li cihê xwe rûnane, di nêzî wî/ê de kî bibîne wî/ê dixapîne. Li Dêrsimê Sêyîd Riza nehat xapandinê lê dewlet xarziyên wî, biraziyên wî dorpêç kir. Çi awayî dibe bila bibe, di kewneşopiya wî de sekinandin nîn e, ji bo têkbirina serhidanê bi şiklekî lîstikekî pêyda dike û dileyîze. Tu tiştekî jî jibîr nake… Li Agirî îsyanek çêbû em bêjin, hêrsa wê ji Zîlan derdixîne û ew deşt, mêrg û ew newalan bi xwînan tijî dike.
Dewletê Persan ji Romiyan, dewletê Romiyan jî ji Persan tu awayekî paş ve namîne. Pêyre li Mehebad, dema ku Komara Kurd hate avakirin, çavê hemû dinya li ser bû, lê di nava wê şert û mercan de jî xwe ji lêdan û têkçûnê xelas nekir.  Bê îstîsna û hezar car hatiye ceribandin ku, di dîroka Kurdistanê de tenê hêzek, wek bavek, wek dayikek di pişta Kurdan de tenê hêzek sekiniye, ew hêz jî hêza Kurd bi xwe ye. Li Agirî vir ve, her ku Kurd baweriya xwe bi hêzek anîn, di heman demê de, ne xulekek şûnda, heman saat li wir têkçûn. Wekî ku me li jor hijmart, di wan hemû buyeran de Kurd baweriya xwe ji hêzekî anîn. Lê tu hêzek jî pêşî lê komkujiya Kurdan negirt.
Dawî ya dawî Kurd, astengiya hemû şiklên têkçûnê ceriband û tevgerekî netewî, tevgerekî şoreşgerî û tevgerekî tenê bi hêza xwe ve bi bawer rêxistinî kir. Ew tevger, bi hezaran gotinê Romiyan, bi hezaran gotinê emperyalîstan guhdarî kir, bi hezaran medya û ragihandinên şaş xwend, bi hezaran şêrînahî ya hêzên navnetewî û gotinên xweş û tûj ya Romiyan dît û guhdarî kir. Bi hezaran metoda şerên qirêj ve rû bir û ma, çekên kîmyevî, amûrên hewayî (ya bi bombe û bê însan), amûrên konvansiyonel, gelek civînên dizî û gelek merivên jîrek ya dewletên dagirker dît û ewana hemû ceriband.  
Şerên qirêj, qetlîamên dermirovî, gundşewitandinên derînsanetî, kujiyên yek bi yek, kujiyên kom bi kom, kujiyên dizî, kujiyên aşkere, li çiya, li hepsê îşkenceyên bêhempa, li ser laşên şoreşgerên Kurdan bi aşkerahî lîstikên faşîstî, gelek tiştên dermirovî ku zimanê însan naçe qala wan bike, 'wahşetên gelek Tirkî…' Êdî em qala asîmîlasyonê nekin… Qala wahşetên ku li ser çanda Kurdan, li ser jiyana civatî ya Kurdan hatiye danîn, em qala wan jî nekin… Her wiha, îro Kurd bi van ceribandinan dêrî ji aşitiyê re vedike. Bi tevger, bi hêzên giştî û bi rêvebertiyeke wek derwêş, wek bi êşên dîrokî jiyaye û xwe ji lîstikên hezar plan derbaskiriye ve Kurd îro li himberê hêzên Romî û her wiha li himberê hêzên emperyal, bi sekneke xwe bawer dêrî ya xwe ji aşitiyê re vedike.  
Îro li Amedê Kurd, cara yekem e ku aşitiyeke bi hêza xwe ve parastiye dê pîroz bike. Aşitiyeke serbixwe, aşitiyeke bi hêz û bi aqlê xwe ve hatiye avakirin re Kurd li qada Newrozê kom dibe. Ji hêza xwe dur nakeve, hêzên ku wî/ê aniye vê merhalê jibîr nake, bi tevgerê xwe, bi rêvebertiya xwe, bi îrade ya xwe, bi sekna xwe û bi şêwaza xwe, Kurd îro li mêydanê ye…
Hin kesên ku heya niha “çima nayê aşitiyê” tevger rexne dikirin, dê îro jî ew kesan “çima gotûbêjan dikin” rêxnê xwe bînin. Lê îro îradeya ku li Îmrali gotûbêyan dike û li Qendilê berxwe dide, li Amedê kom dibe, ew îrade, ne îradeyekî sivik e, ji Agirî bigirin heya zindanan, ji Zapê bigrin heya her bihostek axa Kurdistan ku xwîn hatiye rijandin, bi vê tekoşînê hişmendiyeke azad û derwêşî ava kiriye, ew îrade îro li qadan e... Li dîrokê nehatiye nivîsandin ku ew hişmendî têk biçe...