Parêzgeha Kirmanşanê yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye ku krîza bêkariyê lê heye û di heman demê de welatiyên deverê yên gundan ji xizmetên şaredariyê jî bêpar dimînin.
Li gorî çavkaniyên RojNewsê ji 2 hezar û 600 gundên di nava parêzgehê de, 510 gund ji ava vexwarinê bêpar in, her wiha nêzî 500 gundî jî ava wan têrî wan nake.
Nahêlin gundî bîran bikolin
Hate ragihandin ku carinan rayedarên hikûmetê û aliyên peywendîdar serdana wan gundan dikin û soza projeya peydakirina avê didin. Lê belê rayedaran bi awayekî eşkere diyar kiriye ku gundên şehîd ji bo parastina rêjîmê dane li pêşiya deverên din in.
Ew gundên ji xebatên şaredariyê û bi taybet ji ava vexwarinê bêpar in, şêniyê wan ji 40 hezar kesî zêdetir e, ji lewre niştecihên wan gundan berê xwe didin kolana bîran ku ew jî bi destan têne kolan. Tevî vê bê edaletiyê jî dema welatî bîran dikolin, wezareta çandiniyê bacê li ser wan ferz dike, li şûna ku dewlet bi welatiyan re alîkar be, bacê li wan dibire.
Ev rewşa bêaviyê ya parêzgeha Kirmaşanê di wê demê de ye ku dewleta Îranê bi qasî salekê ye bi çêkirina bendava Daryane ya li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ve mijûl dibe. Ji ber vê yekê jî metirsiya ziwabûna robarê Sîrwan li holê ye.
ROJNEW/KIRMANŞAN