Li gorî çalakvanên sivîl ên bajarokê Selasê yê Bawecanê, Komara Îslamî ya Îran bi riya çend grupên xwe yên mafyayî hewl dide ku berhemên dîrokî yên Kurdistanê bidize û talan bike.
Çalakvanekî sivîl ê Selasa Bawecanê diyar kir ku ev grûpên mafyayî îsal ji salên bihurî zêdetir xebatan dimeşînin, bi gel re pêwendiyan datînin ku berheman bifroşin wan û van berheman vediguhêzin destên fermî.
Çalakvanê sivîl eşkere kir ku wêneyên çendek van berheman di nava xelkê de berbelav e û dîmen nîşan didin ku padişahekî Kurd digel malbata xwe cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Lê ne diyar e ka ev berhema Kurdî li kû ye?