Îranê hilbijartineke din jî di ser xwe re bihurand! Lê rastî, hilbjartin li Îranê grêdayî çi ye? Gelo gelên Îranê serokkomarî diyar dikin yan jî rejîm? Demeke drêj e ku Îran di rojeva navneteweyî de ye. Wê rojevê bi destwerdana Iraqê, dest pê kiriye. Lê carinan di ragehandinê de xwe nîşan dida û carinan jî winda dibû. 

Herçî Emerîka ye, wek “gîskê Heiyas”* li Îranê dike. Di dema serokkomariya Mohemed Xatemî de li ser çekên nukleer destwerdan hebû, digotin, rejîma Îranê bi wî rengî dibe metirsî ji bo herêmê û cihanê. Rejîma ku demeke dirêj e, şerê xwe li derveyî sînorên xwe dike, dixwest bi wî rengî mohleta xwe dirêj bike û bi rêyekê diplomatîk bikare siyaseta navneteweyî mijûl bike. Ji bo wê mjarê li aliyê rejîma komara Îslamî heyetek çêdibê ku bikaribin wê derfetê bi kar bînin. Wê heyetê karî mohletê dirêj bike. Serokê wê heyete Rohanî niha serokkomarê Îranê ye. Yanî piştî salên 2000´î Rohanî yekser di nav wê mjarê de ye. 

Gava ku Oman bu navbeynkarê Îran û Emerîkayê wek projeya biserxistina wê demê, Rohanî wek serokkomar erka xwe ya fermî wek heyeta li gel Emerîka dewam kir. Rohanî berê bi awayê lihevkirina navbeyna reformîst û muhafizekaran de hat hilbjartin. 

Niha dubare hilbijartina Rohanî tê çi watayê? Yekem mesaj e ji bo derve, em li ser çareserkirina pirsgirêkan bi rêbaza diplomasiyê, ew jî bi awayê nerm, amade ne û bi israr in. Duhem, hilbijartin formalîte bûn.


Îran û şerê Sûriye û Iraqê

A niha, şer li Sûriye û Iraqê gihîştiye asteke hesas, Mûsil, Reqa û El-Bab bûne meydana Şerê herêmî û navneteweyî. Hemû hêz di wan çend cihan de hatine beramberê hevdu. Hesabê guhertin û pêkanîna meydana şer, diyarkirina nexşeya nû û asta bi hêzbûna hêzan, dikin. Ji bo ku destê rejîma Îranê di destwerdana herêmî û navneteweyî de kêm bibe, pêwîst e ku li çend cihan beramberî wê şer çêbe. 

Yekem lawazkirina destê rejîma Îran li wan herêman, duyemîn jî ew e ku navendên wê yanî sînorê wê bibin hedef da ku xwe biparêze. Lê rejîm niha ji bo parastina xwe, zêdetir bi rêka Heşdî el-Şebî hêriş dike, ew jî li aliyê başûrê Şengalê wê ber bi sînorê Suriyeyê û Rojava ve biçe, ji ber ku yek ji wan hêzên ku li ser zemîna rastî têkoşînê dike û bûye yek ji hevsengiya Rojhilata Navîn, Kurdên Tevgera Azadiyê li Rojavayê Kurdistanê ne. 

Lewma, bi gavê Hêzên Sûriyeya Demkratîk (QSD), zemînêk zêde dikare bê afirandin ji bo rizgarkirina siberojê. Li ser vî esasî, hesasiyeta Îran, Tirkiye û gelek welatên din li ser Şengalê, Rojava û nexasim jî ji bo şerê dawî li Reqa û Mûsilê heye.

Îran dixwazê sînorê şerê xwe, bi rêka Heşdî el-Şebî diyar bike. Ji bo wê, niha xwe gihandiye sinorê Rojava û Şengalê. Yanî rejîm heger bixwaze xwe yan jî hêzên girêdayî xwe wek metirsî li ser Kurdan li herêmê nîşan bide, wer diyar dibe ku hin sînorê xwe wek berê dibînê û dixwazê tişta ji dest dayî, ji Kurdan bi dest bixe. Rojava pirr zû ev tehlûke dît û helwêst diyar kir, ew jî ji bo Îranê rohn û zelal e ku bi her awayî parastina desketiyên Kurdan tê kirin. 

Lê ji bo kurtir nebûna pirsgrêka li Rojava û Şengalê, baştrîn rê ew e ku rejîma Îranê pêşî li vebûna bereyeke din li rojava beramberî xwe bigire; ji ber ku her kes dizane hêza here cidî û şerker li Rojhilata Navîn kî ye. 

Di demên dawî de rojekê piştî hilbjartinên Îranê, Trump sefereke berfireh li herêmê û Yekîtiya Ewrûpayê pêk anî, bi komkirina welatên cuda, nexasim welatên Ereb li Riyazê, tehlûkeya li ser Îranê cidîtir kir û karî Riyazê jî pirr çekdar bike ji bo parastina xwe. Di heman demê de ji bo asta komkirina dijberên Îranê xurttir bike, di nava hewldanan de ye. Hem bi welatan re û hem jî bi rêya mixalefetê bi rêyên cuda hewldanên wê hene. Yanî dixwaze Îranê niha tengav bike û bi wê gavan bi paş ve bide avêtin.     

 

* “Gîskê Heiyas”: Meseleyeke Kurdî li Rojhilatê Kurdistanê ye ku qelew dikirin wekî dermale, û dema digotin, em ê te ser jê bikin, ji tirsa zeîf û zirav dibû.