Li gorî nûçeyeke Federasyona Zindaniyên Siyasî ya Kurdistanê, girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Loqman Muradî berî niha bi demekê serî li Dadgeha Pêdeçûnê dabûn ku biryara cezayên wan yê darvekirinê xera bike. Lê dadgehê ku serlêdan red kir, her weha dosyaya wan jibo înfazê, şand beşa pêkanîna ceza. Rêvebirên girtîgeha Recayî Şehr a Kerec, biryara dawî ji Zanyar û Loqman Muradî re ragihandin.
Zanyar û Loqman Muradî 17’ê cotmeha 2009’ê li Merîwan hatibûn girtin û piştî 9 meh îşkenceyên giran, 22’ê mijdara 2010’ê bi îdîaya sûcê "Muharib" ango “dijminahiya Xwedê”, cezayê Îdamê li wan hatibû birîn.
Avêtibûn nava girtiyên El Qaîdêyê
Di destpêka meha berfanbara 2011 de, hejmarek girtiyên siyasî yên Kurd û belûc ku li girtîgeha Gewherdeşt tên ragirtin veguhestibûn salona 10. ku bi taybetî girityên ji doza El Qaîde tê de dimînin. Di nava girtiyên hatin veguhestin de girtiyên Kurd Loqman û Zanyar Mûradî jî hebûn û li gor agahiyên herî dawî ku ji herêmê bi dest ketine, piştî veguhestinê Loqman û Zanyar Mûradî rastî êrişa girtiyên El Qaîdeyî hatine û di encamê de birîndar bûne.
Li dû birayan cezayê îdamê birîn
Li gor agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, ji sê birayên Mehabadî yên bi navê Elî, Hebîb û Cefer Efşarî ku salek beriya niha hatibûn binçavkirin, li Elî û Hebîb bi îdîaya sûcê "muharib" kirine cezayê îdamê û li Ce`fer jî 5 sal cezayê girtîgehê hatiye birîn. Kesên navborî niha li girtîgeha Urmiyê tên ragirtin û parêzerê wan jî cezayê hatî dayin piştrast kir.
Li gorî agahiyên ku parêzerê Zeynebe Celaliyan, Dr. Mihemed Şerîf di 17’ê berfanbarê de dane, rayedarên Îranê cezayê îdamê yê ku li girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan hatibû birîn, rakirine. Şerîf da diyarkirin ku rayedarên Îranî piştî bêdengiyeke dirêj, ragihandin ku cezayê darvekirinê yê li ser Celaliyan hatiye rakirin û li şûna wê cezayê heta heta yê girtîgehê lê hatiye birîn.
17 girtî bi îdamê re rû bi rû ne
Hêjayê gotinê ye ku girtiyên Kurd ên siyasî yên bi navê; Şêrko Mearifî, Hebîbûlla Letîfî, Samî Husênî, Cemal Mihemedî, Rustem Erkiya, Mistefa Selîmî, Enwer Rostemî, Îrec Mihemedî, Mihemed Emîn Agûşî, Ehmed Pûladxanî, Hesen Tale'î, Ezîz Mihemedizade, Hebibulla Gulperîpûr, Ebdûlah Sirurî, Reşîd Axkendî, Loqman Muradi ve Zanyar Muradi jî heta niha di bin metirsiya darvekirinê ne.
ANF/MEHABAD