Çavkaniyên herêmî yên Rojhilatê Kurdistanê got, Supayê Pasdaran û hêzên sînorparêz ên Îranê yên li ser sînorê Kirmaşanê bi hinceta DAIŞ li herêmê heye, agir berda daristanên sînorî yên Kirmanşanê. 

Li gorî heman agahiyan, hêzên Supayê Pasdaran ji pêr êvarî ve, li hin cihan agir berdane daristana Perwînê ku li ser çiyayên li ser sînorê bajarokê Newsûd ê ser bi Pawe ye. Çavkaniyan got, welatiyên sivîl hewl dan ku agir vemirînin. Lê hêzên Supayê Pasdaran û mihafizên sînor ên Îranê rê nedan welatiyan ku şewatê vemirînin. Di şewatê de bi dehan hektar daristanên li ser sînorê di navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê de şewitîn.


 HEWLER