
Qedexekirin û zextên li ser Kurdî li her çar parçayên Kurdistanê ji aliyê serdestanve her didimo. Li Urmiya Rojhilatê Kurdistanê Serokatiya Zanîngeha Urmiyê heta niha destûr nade ku li zanîngehê xwendina Ziman û Edebiyata Kurdî were dayîn. Li ser vê yekê Serokatiya Zanîngeha Urmiyê ragihand ku wê li zanîngehê dersa Ziman û Edebiyata Tirkî were dayîn.
Li gorî ku Serokê Zanîngeha Urmiyê Rehîm Hubî Neqî ragihandiye wê di destpêka sala xwendinê ya 2017-2018ê de, dersa Ziman û Edebiyata Tirkî li Zanîngeha Urmiyê were dayîn. Rehîm Hubî Neqî diyar kiriye ku dersa ziman û Edebiyata Tirkî derseke hilbijartî ye, û her xwandekarê ku bixwaze, dikare wê dersê bixwîne. Hubî Neqî herwiha amaje bi wê jî kiriye, ku amadekariyên nivîsandina pirtûka Ziman û Edebiyata Tirkî bi dawî bûne.
Xwendina dersa Ziman û Edebiyata Tirkî li zanîngeheke Rojhilatê Kurdistanê yek ji biryarên pesendkirî yên Komîsyona Netewe û Olên parêzgeha Urmiyê ye. Pirraniya endamên wê komîsyonê Azerî ne.
Bersiva daxwaza Kurdî nayê dayîn
Li aliyekê din, heta niha daxwaza ji bo xwendina dersa Ziman û Edebiyata Kurdî li Urmiyê nehatiye qebûlkirin û bersiva daxwazên xelkê ji bo wê yekê nehatiye dayîn.
Parêzgeha Urmiye yek ji parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ji bilî neteweya Kurd ku piraniya nifûsa parêzgehê pêk tîne, kêmîneyên weke Azerî û Aşûrî jî lê dijîn, lê belê bi piştgiriya Tehranê desthilata rêveberiya parêzgehê di destê Azeriyan de ye û rê li ber Kurdan girtiyê ku di rêveberiya parêzgehê de cih bigirin.
Li wê parêzgehê, nifûsa bajarên Mihabad, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Şino û çend bajarokên din bi tevahî Kurd e, û li bajarên din ên weke Urmiye, Selmas, Xûy, Mako, Nexede, Miyandûv, Tekab û Şahîndêj û hejmareke bajarokên wê parêzgehê, Kurd û Azerî bi hev re dijîn, ku li pirraniya wan bajaran jî nifûsa herî zêde ya Kurdan e.
URMIYE