Nivîskar MahloujÎan diyar kir ku piştî hatina Ruhanî girtin û darvekirinên li Îranê zêde bûne û bi lêv kir ku DYA û welatên Rojava ji bo ku bikevin bazara Îranê binpêkirinên mafan yên li welat ji nedîtîve tên.
Îran ji xwe ditirse
Mahloujîan ku bi salan di rêveberiya PEN’ê de cih girt û çend caran wek nûneriya Yekitiya Nivîskarên Swêd û PEN’ê tevli danişînên KCK’ê bû, bûyerên dawî yên Îranê nirxand. Mahloujîan rewşa beriya serhildana Tunusê û rewşa Îranê şiband hev û diyar kir ku Îran wek bombeyeke ji bo teqînê amade ye. Mahloujîan got: “Îran ketiye cihekî teng. Serhildanên Sûriyeyê û yên welatên Bakûrê Afrîkayê rejîmê ditirsîne. Li aliyê din jî fikara dê Israîl an jî DYA, dê Îranê bombebaran bike heye. Tiştê li welatên din qewimîne dibînin, dibêjin dê li me jî bikin. Niha rejîma Sûriyeyê di rewşke xerab de ye. Li Îran gelek pisporên ku geşedanan bişopînin hene. Ji ber vê yekê jî dizanin ku dê bi vê rewşa xwe nekaribin rejîmê bidomînin. Îran li ser her îhtîmalî, li ser êrîşa ji derve û serhildana gel fikirî. Ji bo ku rîska êrîşa DYA’ê ji holê rabikin peywira ku divê Hasan Ruhanî têkiliyên xwe bi welatên Rojava re xweş bike dan. Ev hemû beriya hilbijartinan biryara wan hatibû dayîn.”
Ruhanî bi zanebûn anîn
Mahloujînan destnîşan kir ku beşeke mezin a civaka Îranê di ferqa vê lîstikê de nebûn û got: “Lê çîna navîn a ev lîstik dizanibûn. Ligel ku zanîbûn deng dan Ruhanî. Ji ber tirsa ku Îran rastî êrîşa DYA û Israîlê bên, dengê xwe danê. Dixwasetin têkiliya xwe bi Rojava re xweş bikin. Li aliyê din Ruhanî ji bo dengê gel bigire wekê ku li dij Mollayiyane tevgeriya. Soza reform û berdana girtiyên siyasî da. Gelek sozên din da gel. Anîna Ruhanî ya ser kar bi giştî der barê nûkirina îmaj û kozmetîkê bû. Nivîskara Iranî got, niha em nizanin çiqas girtiyên polîtîk di hundir de ne. Hinek malbat ji tirsan nabêjin zarokên me girtî ne. Gel ji girtin û zextan ditirse. Piştî Ruhanî hat hilbijartin û şûnde girtin û darvekirin zêde bûn. Li ser girtiyên polîtîk zext zêdetir bûne.”
Taktîka mîna Tirkiyê dike
Mahloujînan diyar kir ku Mollayî, Ruhanî bi sûcdariya ku tavîzê dide rojavayiyan sûcdar dike û wiha got: “Ruhanî jî van kesan bi reformên xwe asteng dike. Rejîma Iranê rola reformî dan Ruhanî. Bi vî awayî hedef kirin ku nêzî Rojava bibin û ambargoyê zivik bikin. Lê ji ber zextên li ser muxalefet û gel bê meşandin ev klîk di nava hevkariyê de ne. Li vir rewşek wek ya Tirkiyê heye. Qaşo dibêjin Erdogan dixwaze pirsgirêka kurd çareser bike, reforman bike, lê dewleta kur an jî ya paralel dibe asgteng. Dibêjin em kesî nagirin, daraz digire û em nikarin asteng bikin.´
Mahloujînan di berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku bazareke 80 mîlyonî ya nifûsa Îranê heye û got: “Hilberînerê petrolê yê sêyemîn ya cîhanê ye. DYA û Ewropa dixwaze biçe bazara Îran û her wiha petrolê dixwaze.
MURAT KUSEYRİ/STOCKHOLM