Piştî ku cezayê girtiya jin a bi navê Qedriye Qadir a ji doza PKK'ê temam bû, rejîma Îranê ew şand zindana taybet a ji bo kesên biyanî ya li bajarê Urmiyê. Ev yek jî dike ku fikar bên kirin ku niyeta rejîmê heye ku girtiya ji doza PKK’ê Qedriye Qadir radestî Tirkiyeyê bike. 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan ya Rojhilatê Kurdistanê, girtiya jin a bi navê Qedriye Qadir bi qasî 7 salan di zindanê maye. Ji ber ku dema hat  girtin  temenê wê dibin 18 salan de bû, li şûna zindanê ew şandin navenda reform û perwerdeyê ya bajarê Yasuçî. Hat raginadin ku  piştî cezayê wê  xilas bûye, ew şandine zindana taybet a kesên biyanî a li bajarê Urmiyê. Ev jî fikaran çêdike ku rejîm Qedriye Qadir a ji doza PKK'ê girtî, radestî dewleta Tirk bike.

Di nûçeyê de hat gotin: "Malbata Qedriye Qadir hemû belgeyên pêwîst dan dadgeha Urmiyê. Dadgeha Urmiyê jî  bo agahiyên nasnameyê qeyda  Qedriye Qadir bînin pêşberî hev hemû belge şandin ji navenda karmendên nasnameyan a rejîma Îranê re.  Lê belê wê navenda karmendan bersiva dadgeh û malbata Qedriye Qadir nedaye. Ev xemsarî bûye sedema fikaran ku rejima Îranê dixwaze Qedriye Qadir radestî Tirkiyeyê bike.

Hêjayî gotinê ye ku Qedriye Qadir beriya 7 salan bi îdîaya endamtiya PKK’ê li bajarê Yasuçiya Îranê hate  girtin. Ev 7 sal in di zindanê de ye. 

Malbata Qedriya Qadir ji dadgehê xwest ku keça wan radestî dewleta Tirk neyê kirin. Her wiha malbatê xwest keça wan bête berdan da ku li Urmiyeyê li gel wan bijî.


URMIYE