Li Îranê 21’ê Sibatê wê hilbijartina serdema 11’an a parlementê were kirin. Ji bo hilbijartinê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê serlêdana gelek kesan hate redkirin. Hate diyarkirin ji nav 290 reformîstan bi tenê serlêdana 230 kesan hatiye qebûlkirin.

Di hilbijartinê de wê 55 milyon kes dengê xwe bidin. Ji bo endamtiyê 14.000 kesan serlêdan kirin lê Konseya Parastina Destûra Bingehîn endamtiya gelek kesan red kir. Hate diyarkirin ku endamtiya 6800 kesan hatiye redkirin û reformîstan diyar kirin ku 90 ji sedê van namzetan, namzetê wan bûne.

Di hilbijartinê de kotaya 29 parlementeran ji Rojhilatê Kurdistanê ye. Ji bo hilbijartina 29 parlementeran serlêdana 354 namzetan hate qebûlkirin. Li Îranê herî zêde li Rojhilatê Kurdistanê miracaet hatin redkirin.

Li Îranê ji ber qanûnan partî nikarin têkevin hilbijartinê, bi tenê piştgirî ji bo namzetan tê diyarkirin. Mafê partiyan heye ku wekî eniyê têkevin hilbijartinê.

Li Îranê 8 partî bûn yek û wê wekî eniyê têkevin hilbijartina piştî bi 3 rojan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, rêxistinên Kurdan û Mucahidînî Xelk hilbijartinan boykot dikin.

 

ANF/TEHRAN