Li Rojhilatê Kurdistanê di nava hefteyekê de ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve 12 çalakgerên siyasî û jîngehparêz hatine destgîrkirin.
Li Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê yên li ser aktîvîstan dewam dikin. Di nava hefteyekê de li bajarên Sine, Kamêran û Bane yên ser bi Sine yên Rojhilatê Kurdistanê, 12 çalakgerên siyasî û jîngehparêz hatin destgîrkirin û ew veguheztin Hepsa Îdarî ya Îtlaeta Îranê ya li bajarê Sine. Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê di raporeke xwe de ve agahî eşkere kirin.
Li gorî raporê kesên destgîrkirî, ev in; Armanc Qurbanî, Bextiyar kemanger, Mehdî Kanî Sorî, Jîngehparêz Barzan Babekirî, Cîgirê berê yê Şaxê Hizba Yekîtiya Neteweyî ya Kurdistanê Zanyar Zemîran, Endamê Hizba Yekîtiya Neteweyî Ferhad Mihemed, Fazil Qeytasî, Reza Esedî, Hadî Kemalger, Raşid Muntezirî, Îsa Feyzî û endamê Hizba Yekîtiya Neteweyî Hisên Kemanger.
SINE