Li qada xwepêşandanê wêneyên pêşverû û şoreşgerên li Îranê hatine darvekirin hat bicihkirin. Xwepêşandêran ji bo rawestandina darvekirinan dowîz û pankart vekirin, belavok û broşur belav kirin û derbarê rewşa dawî ya li Îranê de agahî dan raya giştî ya Swêdê.
Ji amadekarên xwepêşandanê Nasî Peyghambarian di daxuyaniya xwe ya ji bo ANF'ê de bibîr xist ku piştî hilbijartinên serokkomariyê yên Hezîrana par, darvekirin û zexta li ser gel zêde bûne û destnîşan kir ku ji wan ji bo balê bikşînin ser rewşa Ajang Davodî yê li ber darvekirinê ye, ev çalakî lidar xistine. Hat gotin ku Davodî yê mamostetî dikir, ji ber xebatên xwe yên siyasî bi 10 salan hatiye cezakirin, dûre ev cezayê wî kirine 20 sal û hefteya derbasbûyî jî veguherandine cezayê darvekirinê.  Peyghambarian got, "Bêyî îfade û parastina wî bê wergirtin dadgehê cezayê darvekirinê li Davodî birî. Ji ber ku Davodî li girtîgehê jî rexne li rejîmê kir û mafên mirovan parast, cezayê wî veguherandin cezayê darvekirinê". 

ANF/STOCKHOLM