Ligel sedan kesan, hevserokên DBP û HDP’ê, hevşaredarê Colemêrgê, endamên saziyên sivîl ên civakî û Meclisa Dayikên Aştiyê beşdarî meşê bûn. Di meşê de ligel posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên KCK, PKK û YDG-H’ê, pankartên ku li ser “Dewleta T.C. û hevparên wê dê hesabê roja ku di mêjiyê civakê de ma bidin” û “Rejîma Îranê zarokên kurd darve dike û T.C. lê dixe, dê ciwanên birêxistinkirî hesabê van bipirse” dinivîsin hatin vekirin. Di meşa ku jin bi cilên gelêrî beşdar bûn de dirûşmên “Kujer Îran, hevpar T.C.”, “Bijî serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.
Li ber avahiya şaredariyê endamê Meclisa Ciwanan a DBP’ê Diyar Abî daxuyanî xwend û diyar kir gavên dizaykirinê yên hêzên kapîtalîst li hemberî paradigmaya dijî zayendparêst û ekolojîk ya gelê kurd nagihîje armanca xwe. Abî destnîşan kir ku êrîşên dewletên wek Îran, Tirkiye, Suriye û Iraqê li hember gelê kurd û ciwanên kurd zêdetir dibe. Abî li ser dervekirina siyasetmedarên kurd Saman Nesimî, Hebîbûllah, û Elî Efşarî sekinî û rejima Îranê şermezar kir.
DÎHA/COLEMÊRG
CÎK'ê darvekirin rûreş kirin
Civata Îslamî ya Kurdistanê (CÎK)'ê, darvekirina girtiyên Kurd ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir û got, "DAIŞ bi kêrê serê mirovan jê dike, Îran a Şîa jî bi ben vê yekê dike." CÎK'ê ragihand ku ola Îslamê, şîretên ji bo aştî û biratiyê li mirovan dike û anî ziman ku yên bi bikaranîna navê Îslamê re Kurdistan dagir kirine, her roj gelê Kurd ê mezlûm bi xwînxwarî qetil dike û got, "Bi li xwe kirina kirasê Îslamê re, DAIŞ û cêwiyê wê yê Şîa Îran Îslamê ji hev dixin û bi tenê fitne û fesadiyê li ser rûyê erdê bela dikin." CÎK'ê da zanîn ku Îran û DAIŞ, mirovên dîktatoriya wan qebûl nakin û li hemberî zilmê teslîm nabin bi bêrehmî qetil dikin û destnîşan kir ku Îran a Şîa û DAIŞ a Sunnî cîhan li gelê Kurd kirine dojeh. Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Dewleta Îranê li zîndana Ûrmiyê du aktîvîstên siyasî yên birayên hev Ebîbûllah û Elî Efşanî îdam kirin û Saman Nesîm ê 17 salî îdam kir. Tê gotin ku sê aktîvîstên siyasî Sîwarn Nijawî, Îbrahîm Şapûrî û Yûnis Axayan aqûbeta wan ne diyare. Em bang li tevahiya Misilman û mirovahiyê dikin ku rejîma zilmê ya Îranê ya xedar, ku li ser navê ola me mirovan qetil dike, şermezar bikin û dengê xwe bilind bikin." CÎK'ê di daxuyaniya xwe de ev bang li Îran û DAIŞ'ê kir: "Destên xwe yên bi xwîn ji sînga gelê me yê mezlûm vekişînin."
KOLN