Çalakiya ji aliyê Dayikên Kurd ên Swêdê û Meclîsa Jinên Kurd a Amara ya Stockholmê li Qada Sergel pêkhat de, alên KJAR, YPJ, PJAK’ê hatin vekirin û dirûşmên piştgiriya bi berxwedana Mahabad û Rojava hatin berzkirin. Meş ji Qada Mynttorget heta Federasyona Jinên Kurd a Rojhilatê Kurdistanê pêk hat. Ji bo Ferînaz û jinên Kurd ên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin û sirûda Neteweyî ya Kurd hat xwendin.

Li ser navê girseyê Xazal Aliyalî axaftinek kir û bal kişand ser zextên li ser jinan û têkildarî geşedanên dawî yên Îran û Mahabadê de agahî da.Aliyalî got ku êrîşên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê li hember jinê pêk tên di bin agahiya rejîma Îranê de pêk tên û wiha got: “Jin nekarin pergaleke wisa ya serdestiya mêr de xwe di nava ewlehiyê de hîs bikin. Rejîma Îranê bi armanca tirsê di navbera jinan de zêde bike û tecawizê wek heq bibîne, jinan wek amûr bikar tîne. Jin tevî tehdîd, darvekirin û tecawizên rejîmê têkoşîna xwe didomînin.”

Li ser navê Meclîsa Jinana Kurd a Amara a Stockholmê jî Ayşe Goktepe daxuyanî xwend û bal kişand ser piştevaniya bi jinên Kurd ên Îranê re û her wiha diyar kir ku niha bi hezaran jinên Êzîdî di destê DAIŞ’ê de ne û wek koleyên seksê tên bikaranîn.

Li ser navê rêxistina Kurdistan a Komala ya Partiya Komunust a Îranê jî Sadika Muhammed jî diyar kir ku dewletên rojava li dijî zext û zordariyên li ser jinên Kurd û gelê Kurd ên Îranê bêdeng in.Piştre hunemendê Kurd Necmedîn Gulamî derket ser dikê û stranên xwe striyan. 


 STOCKHOLM