Şandeya ku ji Alîkarê Hevserokên Tevgera Azadî Huseyîn Kerkûkî û endamê meclîsa encumenên bajarê Kerkûkê Newzat Bekîr bi serokatiya endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî pêk dihat, li taxên bûyer lê qewimîn lêkolîn kir û li ser sedemên rûdana şer, li nêrîn û daxwazên gel guhdarî kir.
Gelê Xurmatû ji şandê re got, "Heta niha weke Kurd, Turkmen û Ereban em bi hev re jiyane. Ti pirsgirêk derneketin. Piştî ku Heşd El-Şeebî hat navçeyê, pirsgirêkan rû da. Hêzên cuda hene ku van bûyeran sor dikin. Hewl didin Kurdan ji vir derxînin." Şêniyên navçeyê, ji bo bidawîbûna şer û rewşa aloz, ji şandê xwest xebatên xwe bidomîne.
Şanda Tevgera Azadî ragihand ku ew ê xebatên xwe bidomîne û destnîşan kir ku ji bo pêşî li şerekî di navbera gelan de bê girtin, divê nêzîkatiyeke bi berpirsyarî were nîşandan.
‘Divê Heşd El-Şeebî ji navçeyê derkevin’
Piştî lêkolînên destpêkê serokê şandê Wahap Ehmed ji ANF'ê re axivî. Ehmed da zanîn ku ew ê di rojên pêş de ji bo çareseriya pirsgirêkan bi aliyên siyasî re hevdîtinan bikin û gotinên xwe wiha domandin: “Em bawer dikin ku Îran û Tirkiye di bûyerên li Xurmatû de bi bandor in. Yek jê bi rêya Şîe, yê din jî bi rêya Tirkmenan dixwazin herêmê bixin nava rewşa şer. Ji bo alozî û rageşî ji holê rabe, divê milîsên Heşd El-Şeebî yên li herêmê, ji navçeyê derkevin."
‘Gel ji Xurmatû koç dike’
Ehmed ragihand ku ji ber şer, beşeke girîng a xelkê ji navçeyê koç dike û got, "Di serî de jin û zarok ji sedî 60´ê şêniyên navçeyê, navçe terikandine. Li navçeyê kes ji kesî bawer nake. Lewma di nava serma zivistanê de neçar dimînin cih û warên xwe biterikînin. Gel di nava gefê de ye.”
Ehmed bi bîr xist ku wan wekî Tevgera Azadî nerînên xwe derbarê mijarê de aşkere kiribûn û weha got: “Ji bo çareseriya pirsgirêkê me projeyek pêşkêşî aliyan kiribû. Ji bo ev herêm aram û ewle bibe, pêwîstî bi xwerêveberiyê heye. Di rewşeke berevajî de wê şer, tevlîhevî, gef û nearamî her dewam bikin."
ANF/XURMATÛ