Serokê berê yê Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) û endamê Konseya Komalgay Demokratîk û Azadiya Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Hecî Ehmedî şerê li Rojhilata Navîn, pêvajoya heyî ya li Îranê û rewşa Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê nirxand.

Ehmedî anî ziman ku li Rojhilata Navîn niha şerê sêyemîn ê cîhanê diqewime û got, “Ne şerekî leşkerî ye, şerekî siyasî ye. Mînak; li Sûriyeyê hemû dewlet hene. Rûsya, Emerîka, Îran, Tirkiye û welatên Ewrûpayê. Li Iraqê jî heman welat hene. Dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dîzayn bikin. Şerê ku niha tê kirin şerê vê yekê ye.”

Têkildarî rewşa Îranê Ehmedî got, “Li Îranê êdî rewş mîna berê nameşe. Ev agir wê di demeke nêz de bi Îranê ve jî bikeve. Li Îranê 6-7 neteweyên mezin hene û hemû jî li ser axa xwe dijîn. Lê belê ti ji wan xwedî mafên xwe yên neteweyî, nasname, çand û ziman nîne. Di nava zext û zordariyê de dijîn.”


Yan guherîn yan jî parçebûn

Hecî Ehmedî anî ziman, ku ji bilî Farisan, neteweyên Kurd, Azerî, Tirkmen, Bellûcî û Ereb li Îranê di nava rejîmeke zordar û Îslamiyeke Fûndamentalîst de dijîn.

Ehmedî bi bîr xist ku li cîhanê dostekî Îranê nîne û got, “Ev gelên min navên wan anî ziman jî, aciz in. Ji ber vê yekê ne li hundir ne jî li derve, dostekî rejîmê nîne. Kêm jî be rêxistinbûneke van gelan heye û ji bo mafê xwe têdikoşin. Daxwazên wan ên neteweyî û azadiyê hene. Emrê sîstema bi dîkta tê birêvebirin dirêj nîne. Ji ber vê yekê, Îran ya wê di nava xwe de xwe biguherîne, ya jî neçar bimîne ku parçe bibe.”


Divê Kurd destên hev bigirin

Li ser rewşa Kurdan jî Hecî Ehmedî îşaret bi yekîtiyê kir û wiha pê de çû: “Eger li Rojhilatê Kurdistanê em bibin yek, rjîma Îranê wê neçar bimîne doza Kurd çareser bike. Ji ber ku hêzeke me ya mezin heye. Lê em yek nînin.”

Ehmedî anî ziman ku di serî de PDK, Komela, Xebat, Yeksanî, PAJK û PJAK’ê niha zêdeyî 15 rêxistin li Rojhilatê Kurdistanê hene û got, “Ji aliyê hêz ve qels jî bin, karê van rêxistinan dewam dike. Em nikarin bibêjin, ev mezin e, ew biçûk e. Di dawiya dawî de ewqas rêxistin hene.”


Hêzeke eskerî ya hevpar

Ehmedî diyar kir ku her rêxistin bi mejiyê ‘her tişt bila ya min be’ tevdigere û got, “Rêxistineke sîwanî qebûl nakin. Li Rojhilatê Kurdistanê tenê PDK hebû. Piştre Komela ava bû. Heta ku hev qebûl kirin, bi hezaran kes ji hev kuştin. Li Başûrê Kurdistanê jî heman tişt bû. Bi hezaran kes ji hev kuştin û piştre rabûn li hev civiyan û hikumet parve kirin. Dema rêxistineke nû ava dibe, ya din wê nas nake.

PDK û Komela, heta ku hêza wan li Îranê qediya ji hev kuştin. Heta ku çûn Başûrê Kurdistanê û piştî ku kes ji wan nema, neçar man li hev bikin. Heta çend sal beriya niha li dijî PJAK’ê jî bi heman rengî tevdigeriyan. Niha hêdî hêdî li hev rûdinên. Em dixwazin platformekê di nava rêxistinên Kurdan de ava bikin. Piştre jî hêzeke leşkerî ya hevpar bafirînin.”

Ehmedî dest nîşan kir, ku di vî warî de hêvî heye û got, “Lê belê hêzên Başûrê Kurdistanê, yanî PDK di vir de bi roleke neyînî radibe. Hewl dide asteng bike.” 


 ANF/BRUKSEL