Tê gotin, balafira di sibeha 8’ê Çileyê de di ser Îranê re diçû Ûkraynayê bi fuzeya ji bejahî ve hatî avêtin an jî bi sîstema parastina hewayî hatiye xistin. Di dîroka cîhanê de bûyerên bi vî rengî hene. Ji sala 1973’an heta 8’ê Çileya 2020’an zêdeyî hezar kes di bûyerên wiha de jiyana xwe ji dest dan. Welatên ku di bûyerên bi vî rengî de hatin sûcdarkirin berpirsyariya xwe qebûl nekirin.
Di bobelata balafirê ya li qada hewayî ya Îranê de 176 rêwî can da û ji wan 63 welatiyên Qenadayê bûn. Serokwezîrê Qenadayê Justîn Trudeau got balafir dema nêzî Tehranê ye bi fuzeyan derb xwariye. Serokwezîrê Qenadayê Serwîsên îstîxbaratê yên ‘’welatên hevalbend’’ ji vê îdîaya xwe re kire palpişt û got, Îranê ‘bi şaşîtî’’ li balafirê daye.
Îran jî dibêje balafir ji ber sedema qezayeke teknîk ketiye û li dijî îdîaya Trudeau helwest nîşan da. Wezareta Karê Derve ya Îranê ji Qenadayê xwest ku delîlên xwe par ve bike.
Austrian Airlinesê seferên Tehranê rawestand
Piştî ku li Îranê balafireke Ûkraynayê kete xwarê, şîrketa rêyên hewayî ya Awûstrayayê (Austrian Airlines) seferên xwe yên ji bo Tehranê rawestand.
Aûstrîan Aîrlînes ku şaxekî şîrketa Lufthansa ya Elman e, bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber raporên dawî yên li ser ewlekariya qada hewayî ya li derdora balafirgeha Tehranê û guhertina rewşê, wan seferên xwe rawestandine.
Şîrketê diyar kir ku piştî agahiyên berfirehtir wergirt wê der barê seferên ji bo Îranê de biryareke nû bide.
NAVENDA NÛÇEYAN