KODAR’ê îşaret bi xweşkirinên dewleta Îranê yên vê pêla dawî kir û got:’Hedefa wan dijayetî û bêtêsîrkirina muxalefetên civakî, rewşenbîrî û siyasî ye. Em rêya esasê prensîbên demokrasiya xwecihî û îradî dipejirînin. Platformên yekîtîya hêzên demokratîk û rewşenbîran” dikare têkoşîna gel temam bike.
KODAR derbarê rewşa giştî ya Îranê, pêkanîna “Kongreya şehîdên Kurdistan” û “Kongreya navdarên Kurd” ku li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatibûn lidarxistin û rêyên çareseriya pirsgirêka Kurd û Îranê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Komalgeyî Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistan (KODAR) dibêje, rejîma Îranê ji bo xapandina raya giştî û ji tirsa berfirehbûna tevgera azadiya gelê Kurd, neçar maye “Kongreya şehîdên Kurdistan” û “Kongreya navdarên Kurd” li dar bixe, lê hedefa van kongreyan dijayetî û bêtêsîrkirina muxalefetên civakî, rewşenbîrî û siyasî ye. KODAR bi taybetî destnîşan dike ku ew her rêya li ser esasê pirensîbên demokrasiya xwecîhî û îradî dipejirînin û tenê avakirina “Platformên yekîtîya hêzên demokratîk û rewşenbîran” dikare têkoşîna gel temam bike. KODAR’ê diyar kir ku ew dikarin ji bo azadiya gelên Îranê pêşengtiyê bikin.
Buhraneke zîhnî û civakî heye
KODAR di daxuyaniya xwe de weha dibêje: “Rewşa sîyasî û aborî ya rejîma Îranê ku li ser esasê desthilatdarî pêk hatiye, niha bi buhranek civakî û zihnî xwe nîşan dide. Ji ber taybetmendiya antîdemokratîk a rêbaza çareserkirina pirsgirêka di dewleta Îranê de, rejîma despot di qadên siyasî, aborî, civakî û çandî de gihîştiye kaos û tevlîheviyên bingehîn. Vê pirsgirêkê bandor li ser jiyana civakî û hemû hemwelatiyên Îranê kiriye, di warê fikrî de zemîna hejartiyê ava kiriye. Li ser vî esasî erka dîrokî ya hemû gelên Îranê ew e ku bi îrade û zanabûnê, rêkên çareseriyê ji bo buhrana heyî pêş bixin. Ji ber ku tenê civak û pêkhateyên civakî dikarin bibin hêza bidestxistina azadiyê.
Rejîma Îranê dixwaze bixapîne
Di rojên dawî de rejîma Îranê ji bo xapandina raya gîştî, her wiha ji tirsa bandor û berfirehbûna tevgera azadiya gelên Kurd, neçar ma du kongreyan, yanî “Kongreya şehîdên Kurdistan” û “Kongreya navdarên Kurd” li bajarên Sine li dar bixe. Hedef ji pêkanîna van kongreyan dijayetî û bêtesîrkirina muxalefetên civakî, rewşenbîrî û sîyasî ye. Ev kongre di pêvajoyek wisa de tên lidarxistin ku mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê di qanûnên rejîma Îranê de nîne û siyaseta asîmîlasyona çandî di astek pir berfireh de hemû gelên Îranê xistiye rewşeke bi karesat. Bangkirina kesayetên hunermend ên Kurd ji bo vê kongreyê û bikaranîna wan, ji bo lawazkirina kela berxwedana gelê Kurd e, dubarekirina senaryoya binketî ya dewleta faşîst a Tirkiye ya di sala 2013’an de bû. Ev kongre hewl didin fikrên şovenîstî li hemberî ramanên azadiyê pêş bixin. Divê baş bê zanîn ku ev karnavalên lûks û derewîn di cewher de înkara hebûn û nasnameya gelên Îranê bi taybet jî înkara Kurdan e.
KODAR her hewldana îradî û xwecihî qebûl e
KODAR hewldanên demokrasiya xwecihî û îradî dipejirîne
Bêguman pêşxistina rêyên çareseriyê ji bo pêvajoya heyî ya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê, erka dîrokî ji bo azadiya gelên Îranê ye. Her rêya ku li ser esasê pirensîbên demokrasiya xwecîhî û îradî be, ji aliyê tevgera azadiya gelê me û KODAR’ê ve jî wê were pejirandin. Niha pir rêxistin û pêkhateyên sivîl, mafên mirov û rewşenbîran ji bo çareserkirina buhrana siyasî, aborî û civakî kar dikin, lê ev hewildan têrker, hevgirtî û yekpare nînin. Ji bo wê divê ev pêhate ku wek pêşengên gel înîsiyatîfa civakî û rêxistinî bikar bînin û ji bo avakirina rêxistina gel, azadiya zîndaniyên siyasî, parastina jîngehê, û çareserkirina buhrana civakî gav bavêjin.”
NAVENDA NÛÇEYAN