
Ciwanên Kurd bikar tînin
Mazlum Heften da xuyakirin ku dewleta Îranê mêjiyê ciwanan dişo û hestên wan ên olî yên paqij ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj bikar tîne û teşwîqê nava bizavên weke selefî û refên Şîaparêz dike. Heften wiha pê de çû: “Îran û dewletên din ên dagirkerên Kurdistanê, li dijî destketiyên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê ciwanên Kurd kişandin şer û dan şerkirin. Îran vê carê jî hewl dide li Iraqê li dijî DAIŞ’ê ciwanên Rojhilat bikşîne eniya şer û bide kuştin. Rojek di eniya Selefiyan de dide şer kirin, rojek jî di eniya Şîa de dide şer kirin.”
Li Rojava pişta DAIŞ´ê digrin
Heften anî ziman ku Îran li Rojava alîkariyê da DAIŞ’ê, da ku li gorî berjewendiyên Îranê bixebite û got, "Di destpêkê de Îranê alîkarî da rejîma Sûriyê da ku hilneweşe û temenê xwe dirêj bike. Lê, wexta DAIŞ û çeteyên weke wan berê xwe dan destketiyên Rojavayê Kurdistanê, Îran xwest ji vêya sûd werbigire. Bi awayeke rasterast an jî ne rasterast alîkariyê da van hêzên çete yên hêzên cîhanî li pişt wan in."
Îran baweriya gel bikar tîne
Mazlum wiha got:"Bi bahaneya li dijî metirsiya DAIŞ’ê gel û ciwanên Kurd vedixwîne nava refên dijber DAIŞ’ê de. Mînak dibêje; ew Sûnnî ne ji lewma fanatîk in, xeter in, her wiha îda dike ku dibe, êrîşê Yarsanan bikin, êrîşê giştî Şîîyan bikin, bi vî awayî provake dike, da ku bawerî û mezhebên li Îranê bihev bixe û li gorî berjewendiyên xwe şikil bidiyê. Heman siyaseta li hember gelê Şîa li hember gelê Yarsan jî birêve dibe û wan jî di aliyê bawerî de sor dike û şerê psîkolojîk li ser dide meşandin”.
Bila ciwan hişyar bin
Heften bang li ciwanên Kurd kir ku neyên lîstikên siyaseta hêzên emperyalîst û got, “Divê em bizanibin û ji hev der bixin ku her gaveke tê avêtin, her tişteke têkirin dikeve bin xizmeta kî? Heta eşkere bûye ku ev şerên mezhebî tenê nîfaqê, nexweşiyê dixe navbera gelan. Gelek kes ji ber bawermend in wisa bawer dikin ku eger biçin tevli vî şerî bibin wê xeteriyê li ser mezhebê xwe ber alî bikin û ji bo gelê xwe xizmeteke baş bikin. Di nava DAIŞ’ê de dibe ku gelek kesên dilpaqij, ne dizanebûna vêya de, tenê bi armanca parastina mezhebê xwe hebin û di kûrahiya vê rewşê de nebin. Lê yên berpirsyarên wan, kadroyên wan ên girêdayî hêzên cîhanî berpirsyarên esasî yên vê hovîtiyê ne. Mirov têne sorkirin, têne xapandin û bi mêjiyê ciwanan dilîzin.”
Kurdên Şîî û Sune
Heften bibîrxist ku yek ji tirsa herî mezin a Îranê, xwe rêxistinkirin û bi vînbûyîna Kurdane û wiha pê de çû: "Her timî dixwaze nasnameya neteweyî ya Kurd bê wate bike, nasnameya mezhebî bide pêş da ku weke Kurd bi nasnameyeke yekpare dernekeve pêş. Eger carna dewleta Îran’ê li gel Kurdê Şîa ye, carna li gel Kurdê Sûnî ye, carna jî ronahiya kesk ji gelê Yarsan re pêdixe, jêdera xwe ji niyeta baş nagire. Ji vêya re dibêjin kenê piling. Wexta piling didanê xwe nîşan dide nayê wê maneyê ku dikene an jî hez dike, di vir de armanc kuştin û parçe kirina însêne. Tevlîheviyeke muhtemel a navbera mezhebên Kurdan de tam li gorî berjwendiyên rejîma Îranê ye. Yanî weke her hêzeke desthilatdar Îran jî dixwaze ji ava şêlû masiyan bigire."
Xeta sêyemîn pêk hat
Heften îşaret bi xeta sêyemîn jî kir û got ku xeta sêyemîn ne utopyaye, xeyaleke îro pêk hatiye ye. Weke mînaka vê ya herî balkêş jî îşaret bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê kir: “Eger gelek an jî baweriyek rêxistinkirî be kes nikare wê tine bike, bikuje û ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne. Ev xeyalî nîne. Rojavayê Kurdistanê li ber çavaye. Bi şoreşa Rojava re ev îspat bû ku eger gelek rêxistinkirîbe, cihê xwe terk neke, li berxwe bide, xwe û xaka xwe biparêze kes nikare wê yan jî wî qetil bike, tune bihesibîne û biperçiqîne."
BÊRÎTAN ZAGROS /ANF/ASOS