Pasdarên Îranê li nêzî gundê Mêşero yê bajarokê Germik ê Pênciwênê êriş birin ser kolberan. Ji ber êrişê kolberê bi navê Kamîl Mûradî jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Mûradî bi saetan li naverastê hate hiştin û piştre polîsan cenaze rakir Morga Nexweşxaneya Silêmanî. Qeymeqamê Pênciwên Zana Rehman diyar kir ku Kamîl Mûradî (26) ê hatî kuştin, ji gundê Soraw ê Rojhilatê Kurdistanê ye.  PÊNCIWÊN