Li bajarê Seqiz ê parêzgeha Sine polîsên Îranê wesayîta kasibkarê Kurd gulebaran kir û di encamê de kasibkar hate qetilkirin.

Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê berî niha bi çar rojan li ser rêya di navbera Seqiz û Dîwander a parêzgeha Sineyê, polîsên Îranê wesayîta kasibkarê Kurd a pê bar dibir gulebaran kir û di gulebaranê de şofêr jiyana xwe ji dest da.

 Berpirsên Îranî yên li Sine ev bûyer weke bûyereke qezayê ji ajansên Îranê re ragihandin û gulebarana polîsên xwe veşartin. Lê çavkaniyên herêmî dibêjin ku polîsan wesayîta Kurdê kasibkar gulebaran kiriye û bûne sedem ku şofêr qetil bibe. 


SINE