Hêzên rejîma Îranê, 7 kes bi hinceta ku rewşa mexdûran a piştî erdhejê ragihandine, binçav kirin. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, li Kirmanşanê 2, li Bokan û Serdeştê 4, li Sine jî kesek hatine binçavkirin.

Tê gotin ku rojnamevan Erjeng Zerguş ê li kovareke navxweyî kar dike, ji ber ku li ser rewşa mexdûrên erdheja Kirmaşanê dîmen weşandine, hatiye desteserkirin. Erjeng Zerguş di dîmenê weşandî de dibêje; "Berpirsên hikûmeta Îranê xiyanetê li civakê dikin û qet ji bo wan xizmetê nakin."

Li aliyê din, li bajarê Serdeştê 3 çalakvanên sivîl ên bi navê Rehman Medenî, Idrîs Mehmûdî, Selam Guknewaz bi hinceta li dijî hikûmeta Îranê propaganda kirine, hatin desteserkirin. Rehman Medenî, Idrîs Mehmûdî bi mercê taqîba edlî, hatin berdan.

Li Kirmaşanê, Qasim Zergerzade ji ber ku têkildarî mexdûrên erdhejê dîmenek weşand û tê de dezgehên hikûmetê ji ber xemsariya di biwara alîkariyê de rexne dike, hate desteserkirin.

Mecîd Hisên ê ji Bokanê ji ber ku têkildarî erdheja Kirmaşanê nûçe belav kirine hate desteserkirin û li Sineyê jî Şeham Ferhadî dema ji bo mexdûran alîkarî kom dikir, hate desteserkirin. 


SINE