Rejîma Îranê ji ber binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de û cezayên îdamê gelek caran di rojevê de zextên xwe yên li girtîgehan tund dike. Hadî Emînî ku ji girtîgehên Îranê berî demeke derket diyar kir ku rejîma Îranê li dijî girtiyên kurd bi  bi têgihiştina “tolhildanê” tevdigere û zextên xwe zêde dike.
Hadî Emînî ku di sala 2007 de di encama komployekê de li bajarê Mehabadê hate binçavkirin, di 5 girtîgehan de ma û di dema girtinê de ew weke hemû girtiyên din rastî gelek îşkence û zextan hat. Emînî destnîşan kir kur di encama îşkence û mûameleyên xirab ên di girtîgehên Îranê de gelek girtî jiyana xwe ji dest dan û gelek girtî jî bi xetereya mirinê re rû bi rû ne.  Emînî kirinên li girtîgehan û polîtîkaya Îranê ya li hemberî girtiyên kurd ji Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re nirxand.

Hemû rêbazên îşkenceyê

Emînî anî ziman ku ji ber komploya kesekî ku paşê derket holê ku endamê îstîxbaratê ye hate binçavkirin. Emînî da zanîn ku ew bi giştî di 5 salan de, di 5 girtîgehan de ma û got; “2 mehên destpêkê ez di girtîgeha Urmiye ya di bin kontrola Îteatê de mam, 5 meh li Serdeştê, salek li Mehabadê, du salan di girtîgeha Evîn a Tehranê û 16 mehan di girtîgeha Kerezê de mam.” Emîn anî ziman ku li girtîgehan rastî zext pêkanînên dij mirovahiyê hatiye û ev agahî dan: "Destpêkê lêpirsîn kirin û xwestin min teslîîm bigirin. Ger mirov li vê derê bi ya wan neke û teslîm nebe, piştre jî dest bi îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk dikin. Tecawiz jî di nav de hemû cûreyên îşkenceyê pêk tînin. Li cihê ku 200 kes karin lê bimînin 600 girtiyan bi cîh dikin. Ji ber cih tine bû girtî bi dorê radizan. Ji bo danûstandinan destûr naye dayîn û kesên bi hev re diaxivin rastî lêpirsîne tên. Li girtîgehan madeyên hijber tê belavkirin."
Emînî destnîşan kir ku dadgehên Îranê ku cezayê giran lê tê birîn ne adîl in û tenê formalîte û got; “Di dema îfadegirtinê de jî agahiyên ku îstîxbaratê dane esas tê girtin. Îstîxbarat çend sal ceza bixwaze û çi ceza bixwaze, ji dadgehê re radigihîne.” Emînî diyar kir ku dadgerên dadgehan jixwe guh nadin îtîraz û parêzerên kesên cezayê wan ji aliyê îstîxbaratê ve hatiye birîn û got, "Di dema lêpirsînê de ji min re gotin ku eger bixwazin wê min serbest berdin, bixwazin wê îdam bikin,  an jî qasî ku bixwazin dikarin di girtîgehê de bihêlin. Heta gefa madeyên hişber jî li min xwarin."

Li Mehabadê pêkanînên taybet
Hadî Emînî destnîşankir ku bi taybet jî li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê ev zext tundtir tên meşandin û got, "Her girtîgehek Guantanamo ye”. Emînî pêkanînên li girtîgehên Kurdistanê weha rave kir: “Li van girtîgehan bi dehan kes ji ber madeyên hişber jiyana xwe ji dest didin. Ev made bi rêya memûrên îstîxbaratê yên girtîgehan tînin hundir. Bi rêya şebekeya sîxûran xwe digihînin girtiyan. Pêkanînên taybet di girtîgeha Mehabadê de hene. Li wir polîtîkayek taybet heye. Her çendî madeyên hişber li Îranê “qedexe ye” lê belê dewlet di girtîgehan de bi kar tîne. Me rojek dît ku bi kîloyan madeyên hişber anîn girtîgeha Mehabadê. Di girtîgeha ku nêzî 200 kes têde bûn, nêzî 150 kes bi madeyên hişber ve girêdane. Girtiyên siyasî diavêjin nav van û dixwazin wana jî bihelînin. Ji aliyê din ve li girtîgehan nexweşiya AIDS´ê jî belav dibe û ev yek jî her tim li hemberî girtiyan weke tehdîtê tê bikaranîn.”
Emînî diyar kir ku polîtîkayên rejîma Îranê ne tenê ji bo teslîmgirtinê, di heman demê de ji bo tolhildanê ye û destnîşan kir ku ji bo careke din li hemberî dewletê dernekevin, gelek girtiyan bi nexweşiya AIDS’ê dixin û wan hînî bikaranîna madeyên hişber dikin an jî bi îşkenceyê seqet dihêlin.

Rejîm ji berxwedanê ditirse

Hadî Emînî da zanîn ku hejmara girtiyên dibin amûrên vê polîtîkayên dewletê kêm in û diyar kir ku piraniya wan ên ku li ber xwe didin, berxwedana di zîndana Amedê de esas digirin. Emînî diyar kir ku ya li hemberî vê yekê bi ser nakeve, polîtîkayên dewletê ne. Emînî di vê mijarê de weha axivî: “Berxwedana hevalê me Hêmin bêhempa ye. Beriya were îdamkirin, ji bo teslîm bibe, hemû cûre îşkence lê kirin. Piştî ku teslîm nebû, bavê wî anîn û gefa îdamê li wan xwarin. Lê dîsa jî hevalê me Hêmin teslîm nebû û hat îdamkirin. Heman tiştê Şehîd Soran, Şêrzad Kemanger, Elî Heyderî, Şîrîn Elemhulî, Ferhat Wekîlî û hevalên din jî kirin. Li dijî van polîtîkayan berxwedaneke bê hempa nîşan dan.”

Hevdîtinan asteng dikin
Emînî derbarê hevdîtinên bi malbatan re jî agahî da û diyar kir ku peywendiya girtiyan bi derve re têne birrîn û got; “Li dewleta Îranê ji ber ku îstîxbaratê her tişt xistiye bin kontrola xwe, tu roleke parêzeran tune ye. Parêzerên baş ên mafê mirovan hene. Lê kesek parastin û xebatên wan ên ji bo parastinê ciddî nagire.”

Girtiyên siyasî di xeterê de ne
Hadî Emînî diyar kir ku li hemberî girtiyên siyasî zextên dijwar tê mişandin û gef tên kirin. Emînî der barê rewşa girtiyên siyasî de jî weha axivî: “Li hin girtîgehan ji bo girtiyên siyasî jî beşên taybet hatine çêkirin. Lê di van beşan de tu şert û mercên ji bo pêwîstiyên mirovan tune ne, mirovahî tune ye. Weke ku mirovan têxin qûtiyeke girtî, tarî ne, ji hucreyên teng pêk tên. Jixwe rojê 2 saet ji bo hewastendinê derdixin. Di encama îşkenceya li vir de gelek girtî jiyana xwe ji dest dan. Weke mînak Husên Dowmecî, Muhsîn Ratpûr, Mehdî Zalî ji ber îşkenceyê nexweş ketin. Ji ber ku nehatin dermankirin jiyana xwe ji dest dan.” Emînî destnîşan kir ku girtiyên siyasî ji bo zext bi dawî bibin gelek caran ketine girêva birçîbûne, lê saziyên navnetewî li dijî van zextan bi hestyarî tevnagerin. Emînî got, "Ji ber ku raya giştî ya navneteweyî ji bo vê yekê zextê li Îranê nakin, ev pêkanîn dîsa weke berê berdewam dikin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin”  Emînî di dawiyê de bang li raya giştî û saziyên navnetewî kir ku li hemberî zext û pêkanînên rejîma Îranê bêdeng nemînin û bi hestyarî tevbigerin.

DELÎL DÎCLE /  BEHDÎNAN