Mejiyê li Îrane û Tirkiyê deshilatdar di dijberiya demjiyanê de ne. Ji wê bela serê gelan çavkaniya hemû ziştî û zexeliyan e. Dagirkeriya wan ji normên cihanê der, hê wek dema barbariyê ye. Wijdan û merhemet di qirêjiya birdoz û boçûnên wan de têkçûye. Welatên emperyal ên rojavayî jî ji bo berjewendiyên xwe van mêjiyên genî leq bi leq dixin nava tevgerê. Ev êrişa van dagirkerên mêjî genî ya li ser Qendîlê, yan jî bi giştî êrişên li ser axa Kurdistana Azad êrişeke global û navnetewî ye, Hemu destkeftiyên Kurdistaniyan hedef girtiye.
Baş tê zanîn ku mîmarê êrişên li dij Kurdan doh jî û îro jî dagirkerên Tirk in. Wezîrên wan ên karê derve di navbera Şam, Bexda û Tehranê de wekî dolab diçerixe. Gelek serbazên Tirkan ketine nava leşkerên Îranê. Li pey; di hilbijartinan de ne serketina Erdogan, îlankirina Xweseriya demokratîk, daxuyaniyên Erdogan û rayedarên Tirk yên din, dîsa ew deklerasyona hersê partiyên dagirkerên Tirk, li gel wan bo pêşî li kongreya netewî girtinê ev êrişê dan destpêkirin.
Baş tê zanîn ku serkariya Tirk bi xewneroşkên têkçûna Tamîlan destên xwe miz didin. Ku Îran bikane li başûr biserkeve û wê Tirk jî ji bakur ve berê xwe bidin Heremên Parastina Medya. Bêguman li gel wê ew ê êrişên sazî û dezgehên li bakurê Kurdistanê jî bikin. Belê planeke wiha qirêj û bêbext e ev. Bi vê mabestê kolomnîst û rojnamevanên dagirkerên Tirk yên maşeyên destên serkariyê ne, çîrokên têkçûna Tamîlan pêşkêşê xwendewanên xwe dikin. Lê wî di qirika wan de bimîne.
Çawa di dema êrişên xaçperestan de Kurd wek kelem derketibûn pêş wan hêzên Ewropayî, ew di vê êrişên xaçparêziya global de jî ji ber rawestana Kurdan, Kurdan li pêş daxwazên xwe wek kelem dibînin. Lema jî Amêrîka û hevalbendên wê naxwazin di nava dizaynkirina Rojhilata Navîn ya nû de cîh bidin Kurdan. Ew dixwazin bi destê Îranê berê hêza Kurdan marjînal bikin, daku bikanin bi xwe ve girêden, dû re jî vê êrişa îranê ya li ser xaka Kurdistan-Irakê têkin bahane (wek êrişa Saddam ya li ser Kuveytê) û êrişê Îranê bikin.
Serkariya Îranî jî bi mabesta hin armancên qirêj êrişê Qendîlê dike. Li aliyekê dixwezin bi alîkariya vî şerî, hestên netewî gurr bikin û li ser vê bingehî aloziyên navxweyî bifetisînin. Li aliyekê bi armanca cihê stratejîk yên li Qendîlê bidestbixin ketine nava tevgerê. Ew li gel wan armancan dixwezin; hem hin organisationên qaşo îslamî di wir de bi ich bikin û ji bo armancên xwe pêkbînin. Hem di dema êrişên rojavayiyan de wir wek kelahek bikarbînin. Bêguman armanceke wan ya mezin jî ev e: Ew dixwazin hêviyên Kurdên li başûrê rojava bişikênin û bi wê ve girêdayî pêşî li daxwaziyên Kurdistaniyên rojhilat bigirin.
Belê li ser van bingehên xwînîn û xiniz berjewendiyên êrişkarên navnetewî li vê navenda Kurdistanê tûşê hev dibin.
Em Kurd çi dikin?
Min di nivisa xwe ya hefteya berê de jî gotibû. Mêjiyên beşek Kurdên xwenda ne di nava berjewendiyên Kurdistaniyan de li rastiyan dinêrin. Wek mînak li ser rûdana li Farqîn û Qulpê rojnameyên Tirkan bi lîberal û qoministên xwe ve bi armanca qirêj mijara „şehîdên me û heft PKK’eyî“ derxistin pêş. Lê tu kesî nepirsî; ka ev PKK’eyî kî ne, ma ew jî ne hemwelatiyê Tirkiyê ne? Ma ew jî ne Kurd in? Yan PKK’eyî tiştek din e, ji peykên gerdûnê hatine? Gava Tirkekî were kuştin, baweriya wî çi dibe bila bibe, endamê çi rêxistinê dibe bila bibe, hemû Tirk xwedî lê derdikevin, lê bi hevokên wiha xapînok dibêjin bila Kurd xwedî li hev dernekevin. Ev tê wateya ku ew bi vê dixebitin ku Kurdan parçe bikin, bi kêmasî ji hestên netewî, yan jî gelbûnê dûr bigirin. Ku piraniya Kurdên qaşo bi dîplome û endamên birekxistinên cuda dikevin vê defikê.
Ya dudyan ev êrişên li ser Qendîlê ne êrişên li ser Gerilayên PJAK’ê ne. Ev êriş êrişeke li ser hebûn û hemû destkeftî û pêşveçûna civaka Kurdan e. Cihên tên wêrankirin ne li ser hîvê ye, xaka Kurdistanê ye, Daristanên tên şewitandin daristanên Kurdistanê ne. Ew pêşeroja tê bombebarankirin, pêşeroja hemû Kurdan e. Kurdê ku bi vî hestî nêzîkê mijarê nebe, divê çi û kê bûna xwe ji xwe bipirse. Eger ew ji xwe nepirsin, kesên wekî min dikane navên xirab li wan bike.
Me Kurdan hemû barê xwe li ser milê gerîlayên qehreman hîştiye. Ev ne tenê bêmerhemetî bêwîjdanî ye, ev li hember rastiya welêt bêdeng û bê qîretî ye jî. Divê em êdî di her warî de bi yek dengî li gor derfetên xwe têkevin nava tevgerê.
Em gelek caran pir tişt dibêjin, yan jî bangaşiya me ji me re ye. Em di nava xwe de dibêjin, diqehirin û diqêrin. Ev jî tu sûdê nade. Divê em di piratîka navnetewî de têkevin nava hewldanê, Em hemû dostan rakin ser lingan. Hemû lobiyan têkin nava tevgerê. Bi taybetî jî vebala mezin û giran li ser milê Kurdên li Ewropayê ne. Ji gazinan zêdetir karên navnetewî û dîplomatîk divê. Daku em bikanin pêşî li van dijminên mirovahiyê bigirin.
Bi taybetî jî divê herkes vê bizane; hetanê pêşî li dagirkerên Tirk, rovîtiya wan ya bi dek û dolap neyê girtin, ev serkariya paşverû xiniz ya Erdogan têkneçê, wê karê me jî dijwar be.
Divê Kurd wek gava yekemîn hemû rojnameyên Fethullahî û AKP’eyî boykot bikin, tew nehêlin derbazê Kurdistanê bibin, televizyonê Tirkan sêr nekin. Daku ew bikanin tuşê rastiyan bibin.
Îraniyên riştapan û roviyên Tirkiyê