Partiya Doza Îslamî ku modela Şoreşa Îslamî ya Îranî ya 1979’an ji xwe re esas digire û niha desthildatdare, bi para nifûsa Şîiyan bawer kir û din av navendeke rêberiyê de di bi rêveberiya Iraqê de hedef dike ku wan bigire. Di navbera salên 2003-2008’an de di encama êrîşên pêk hatin de her meh nêzî 3 hezar kesî dihatin kuştin û ev jî beşeke mezin ya wan ji ber têkoşîna hêzê ya navbera Şîî û Sunniyan pêk dihat. Çalakiyên ku komên El Qaîde û Radîkal pêk dianî bi giranî civaka Şîî hedef digirt. Hikûmeta Iraqê ku piranî Şîiyên ku piştgiriya DYA’yê digirine, wê demê li hemberî Sunniya serkeftin pêk anî bû û ev jî dihat nîqaşkirin ku dê vê hêza xwe bidomîne. Li welat di navbera Şîî û Suniyan de şerekî bê deng didome. Li Bexda û derdora wê şer bi awayekî aktîf didome. Di meha dawî de herî kêm 4 meleyên Sunnî ji aliyê milîsên Şîî ve hatin kuştin.
Li dijî rejîma Şîî serhildan
Ji ber vê yekê milîsên Sunnî li dijî yekineya polîsên Şîî êrîş pêk anî. Hat hînbûn ku hinek Şîî jî ji aliyê Suniyan ve hatine revandin. Ji Rêxistina Mafê Mirovan a Hemûrabî, li gorî Pascale Varda rewşa Iraqê her diçe xerab dibe. Varda zanîn k,u rewşa ewlehiya welat her diçe xerab dibe û şerê mezhebî pêş tê.
Li eyalata Anaber ji sala 2010’an heta niha li dijî hikûmeta Malî xwepêşendan zêde bûn. Malikî piştî hilbijartinên 2010’an li şûna ku bi partiyên Sunnî re li hev bike, piştgiriya partiyên Şîî girt hikûmet ava kir. Sunniyan jî bertekên tund nîşan da.
Suniyên ku xwe wek komeke ji derveyê siyasetî dîtin, li herêmên Sunnî rêxistinên El Qaîde û rêxistinên nêzî wê êdî tenê faliyetên leşkerî nedimeşadin. Rêxistinên Sunnî bi piştgiriya ku ji welatên derve digirin binesaziyeke nû ava kirin û di nava civaka sunnî de bandora xwe zêde kir. Li ser spekulasyon û senaryoyên li ser Rojhilata Navîn de tên kirin de her wiha tê gotin ku, piştî hilweşandina rejîma Esad wê li Iraqê jî li dijî rejîma Şîî serhildaneke bi vî rengî pêk were. Pisporên siyastê diyar kirin ku, ger diyaloga malî bi komên Sunnî re baş pêk neyên dê Sunnî neyên kontrolkirin.
ANF/BEXDA