Herçendî ku nêzî hezar îmze li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê hatin komkirin û şandin parlamentoya Iraqê, ji bo parlamento li ser bicive, lê destûr nayê dayîn ku parlamento li ser mijara dagirkeriyê bicive.

Di roja 3’ê Tîrmehê de kampanya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin û 891 îmze hatin komkirin. Daxwaznameya ku 891 îmze li binê wê hebûn şandin parlamentoya Iraqê. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku parlamento dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê bixe rojeva xwe û li ser bicive.

Ger ne Kurd bi xwe bin!

Di 8’ê Tîrmehê de jî 50 parlementerên Iraqê daxwaz ji Serokê Parlamentoyê kirin ku rûniştinek taybet li ser mijara dagirkeriyê were lidarxistin. Lê heya niha bersîva daxwaza 50 parlementeran nehatiye dayîn.

Yek ji parlementerên ku îmzeya xwe li binê daxwaznameya ji serokatiya parlementoyê re şandine Dr. Xalib Mihemed e. Mihemed eşkere kir ku ew daxwazname niha di destê Serokê Parlamentoyê de ye û destûr nade rûniştina parlamentoyê li ser mijara dagirkeriyê bicive. Xalib Mihemed got; “Em niha lêkolîn li ser mijarê dikin ji bo em bizanin ew kiye nahêle rûniştin li ser vê mijarê were lidarxistin. Ger ne Kurd bi xwe bin!”

Li gorî rêziknameya nava parlementoya Iraqê, ji bo biryar li ser diyarkirina bernameya karên rûniştina parlamentoyê were dayîn, pêwîste her sê Serokên Parlemento û her du cigirên wan li ser razîbûna xwe nîşanbidin.

BERHEM LETÎF / ROJNEWS/BEXDA