“Hedefa êrişa 2’ê Adara 2017’an lawazkirina îradeya civaka Êzîdî, tasfiyekirina sazî û dezgehên me yên li Şengalê bû. Xwestin xweseriyê têk bibin û korîdora navbera Rojava û Şengalê bigirin. Ya ku niha tê kirin jî ev e.”

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) bi daxuyaniyeke da zanîn ku hikûmeta Iraqê, Erebên li derdora Şengalê yên alîkarî dabûn DAIŞ’ê pêr şandine herêmê û sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye. MŞD´ê ji hikûmeta Iraqê xwest ku li ser sozên dayî Êzîdiyan, bisekine.

MŞD, li ser hewldanên xeter ên hikûmeta Iraqê yên li herêma Şengalê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

 

Destek dabûn DAIŞ’ê

MŞD’ê diyar kir ku bi biryara hikûmeta Iraqê, Erebên li derdora Şengalê yên ku dema komkujiya 3’ê Tebaxa 2014’an alîkarî dabûn DAIŞ’ê, bi parastina artêşa Iraqê pêr vegeriyane malên xwe yên li Şengalê.

 

Ew derî ji bo Êzîdiyan pirr girîng e

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku dewleta Iraqê sînorê navbera Şengalê û Rojavayê Kurdistanê jî girtiye û hate gotin, “Ew derî ji bo civaka Êzîdî gelekî girîng e. Gelê me, ev 4 sal in penaber e. Di wî deriyî re nexweşên xwe dibe nexweşxaneyên li Rojava. Alîkariya insanî ev 4 sal in di wî deriyî re digihêje civaka me ya li Şengalê ku ji aliyê Kantona Cizîrê ve tê şandin.”

 

Xwestin xweseriyê têk bibin

MŞD’ê destnîşan kir ku ev vê helwêsta hikûmeta Iraqê û êrişa çeteyên PDK-AKP’ê ya 2’ê Adara 2017’an a li Xanesorê ji hev cuda nabînin û wiha peyivî: “Hedefa êrişa 2’ê Adara 2017’an lawazkirina îradeya civaka Êzîdî, tasfiyekirina sazî û dezgehên me yên li Şengalê bû. Xwestin xweseriyê têk bibin û korîdora navbera Rojava û Şengalê bigirin. Ya ku niha tê kirin jî ev e.”

 

Em daxuyaniya we tînin bîra we

MŞD’ê civîna 19’ê Cotmeha 2016’an a li Parlamena Ewrûpayê bi bîr xist, ku nûnerên hikûmeta Iraqê jî lê bûn û ev bang li hikûmeta Iraqê kir: “MŞD, pêkhateyên deşta Nînovayê; Suryanî, Kildanî, Asûrî, Tirkmen li parlamena Ewrûpayê Deklarasyona Xweseriya Demokratîk a Deşta Nînovayê bi hev re îmze kir. Hûn jî rabûn ser piyan û em pîroz kirin. We da xuyakirin ku hûn ne li dijî xweseriyê ne. Em careke din vê daxuyaniya we tînin bîra we.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku MŞD wê hemû kiryarên li ser civaka Êzidî ya li Şengalê bişopîne, banga xwe bigihîne Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewrûpa û Emerîkayê ku bi erk û berpirsyariya xwe rabin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN