Parlementerê Tevgera Gorran ê li Parlamentoya Iraqê, Kawa Mihemed destnîşan kir ku divê Hikûmeta Iraqê li hemberî êrişên li dijî Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bi lezgînî nerazîbûnê û helwestekê nîşan bide.
Kawa Mihemed li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.
Kawa di peyama xwe de da zanîn ku ev êriş binpêkirina serweriya axa Iraqê ye û bang li Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî, Serokê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbusî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên navneteweyî kir ku ji bo dawî li êrişên dewleta Tirk ên li dijî Wargeha Şehîd Rustem Cûdî werin, bi lezgînî helwêstê û nerazîbûnê nîşan bidin.
Lê diyar e ku serweriya Iraqê ne xema hikûmeta wê bi xwe ye. Weke pitikeke hirr ku lêdanê bi xwe û negirî, li êrişan temaşe dike.
BEXDA