Seferatxaneya Giştî ya Iraqê doh li bajarê Elmanya Frankfurtê ya  pêşwazî li partî û aliyên siyasi yên Iraqê kir. Îbrahîm Caferî di civînê de behsa  rewşa siyasî ya Iraqê û operasyona rizgarkirina Mûsilê kir û got: “Di demeke nêzîk de Mûsil wê rizgar bibe.”

Têkildarî leşkerên Tirk yên li ser xaka Iraqê jî Îbrahîm Caferî got: “Iraq qebûl nake ku serweriya xaka wê were binpêkirin û em rê nadin ku eskerên Tirk di Iraqê de bîminin.” 

 FRANKFURT