Iraqê korîdora mirovî ya ji dema fermanê de ji bo gelê Êzîdî di navbera Rojava û Şengalê de hatibû vekirin, girt. Gelê Şengalê ji bo nerazîbûnê nîşan bide li ber korîdorê dest bi çalakiyê dike.
Pêr danê êvarê agahî belav bû ku rêya di navbera Şengal û Dihokê de ku ji sala 2017’an ve ji ber aloziya di navbera Hikûmeta Herêmê û Iraqê de hatibû girtin, vebûye. Kontrola derî ji aliyê Dihokê ve di destê hêzên PDK’ê de ye û bi awayekî yek alî PDK´ê ev salek bû li ser gelê Şengalê hatibû girtin.
Balkêş e ku dema korîdora mirovî ya di navbera Şengal û Rojava de ku 2014’an di dema fermanê de ji aliyê şervanên YPG-YPJ û ciwanên Êzîdî ve hatibû vekirin, ji aliyê Iraqê ve hate girtin.
Di Mijdarê de jî hêzên Iraqê xwestin korîdora mirovî li ser Êzîdiyan bigirin, lê li rastî nerazîbûneke cidî ya gelê Şengalê hatibûn. Wekî din şandeyeke ji rûspiyên Şengalê li Mûsilê serdana rayedarên Iraqê kir û ji wan xwest ku derî negirin. Rayedaran jî soz dabû ku biryara girtina derî betal bikin.
ŞENGAL