Iraqê bi awayekî fermî ji Neteweyîn Yekbûyî xwest ku di warê dadgehkirin û cezakirina endamên DAIŞ´ê de alîkarî pê re bê kirin. Di vê miracaeta fermî de Iraqê nexasim xwest ku alîkariya di misogerkirin û parastina delîlên sûcên DAIŞ´ê de bi wê re bê kirin. Iraqê her weha da zanîn ku ew bi Brîtanyayê re li ser metnekî ji bo Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî dixebite da ku lêpirsîna sûcên DAIŞ´ê bidin destpêkirin.
Parêzera Mafê Mirova a Navneteweyî Amal Clooney û Nadiya Murad a ku DAIŞ´ê ew kirî kole, zext li Iraqê dikirin da ku destûrê bide lêpirsîneke Neteweyên Yekbûyî li ser mijarê. Konseya Ewlekariyê dikarî bêyî erêkirina Iraqê jî lêpirsînê bide destpêkirin, lê belê Brîtanyayê daxwazeke fermî ji Iraqê kir, da ku ew jî destûrê bide.
Iraqê ev name şand û Reutersê jî doh belav kir. Tê de wezîrê karê derve yê Iraqê ji “Civaka Navneteweyî” dixwaze ku ji tecrûbeya wan sûdê wergire ji bo cezakirina DAIŞ´ê.
Herçî Cloney e piştî belavbûna nûçeyê got, “Ez hêvîdar im ku nameya hikûmeta Iraqê wê dawiyê li bêcezamana qirrkirin û sûcên din ên DAIŞ´ê bîne.”
Bi qirrkirinê Clooney îşaret bi fermana 73´yan ya li dijî Êzîdiyan kir ku bi destê DAIŞ´ê 3´yê Tebaxa 2014´an dest pê kir. Ji mexdûrên vê fermanê û nûnera Neteweyên Yekbûyî Nadiya Murad li ser nameya Iraqê got, “Ez spasdar im ji ber ku serokwezîr Abadî û Meliktiya Yekbûyî gava pêşî ber bi çerxa lêpirsîna sûcên DAIŞ´ê avêtin”.
NAVENDA NÛÇEYAN