Li Iraqê çalakiyên protestoyî dikevin meha sêyemîn. Tê payîn ku îro jî xwepêşandanên mezin pêk bên. Komeke alîgirê Îranê ye, gef li çalakgeran xwar.

Li Iraqê di 1’ê Cotmehê de li bajarên Necef, Kerbela, Basra, Zikkar, Mûssena, Mîssan, Diwaniye û Nasiriyeyê xwepêşandanên li dijî hikumetê destpêkiribûn.

Tê payîn ku îro li Qada Tahrîrê ya li Bexdayê xwepêşandaneke mezin were lidarxistin. Doh ji destê sibehê ve komên qelebalix li hev kom bûn ji bo ku bi milyonan kes dakevin qadan bang kirin. Li Bexdayê tevdîrên leşkerî hatin zêdekirin.

Tahrîr di serî de gelek qad di destê çalakgeran de ye. Xwepêşanderan gelek caran xwestin têkevin Herêma Kesk a ku avahiyên hikumetê û konsolosxane hene. Vê carê jî wê çalakger hewl bidin têkevin herêmê.

Di 7’ê Kanûnê de gule li çalakgeran hatibû reşandin û 25 kes hatibûn qetilkirin, 125 kes jî birîndar bûbûn.

Ji 1’ê Cotmehê dema ku çalakî hatine destpêkirin û heta niha herî kêm 450 kes hatine kuştin û 20 hezar kes jî birîndar bûne.

Serokê Koma Asayîb Ehl ul Heq, Kays Hazalî yê ku girêdayî Haşdî Şabî ye, diyar kir ku bi xwepêşandanên li Bexdayê, armanc afirandina kaosê ye û dibe ku gelek kes bên kuştin.

Li gorî hin derdorên siyasî dibe ku vê koma Haşdî Şabî ya ku alîgirê Îranê ye, wê êrişan bike.

 

ANF/BEXDA