Di serdema sêyemîn a desthilatiya AKP’ê de her tişt di destên polîsan de ye. Êdî bernameya gelek karan bi destên polîsan tê diyarkirin û pêkanîn. Ev rewş êdî bala her kesî dikişîne. Bo nimûne yekî mîna M. Alî Bîrand der barê vê yekê de şik û gumanên xwe, heta hinek rexneyên xwe tîne ser zimên. Di vî warî de nirxandinên Dengîr Firat, balkêştir in, ew helwesta hikûmetê ya vê demê rexne dike û dibêje: “Polîs heman polîs in. Desthilatî di destê kê de be polîs xizmetî wan dike, polîsên kesên ku îro xizmeta AKP’ê dikin duh îşkence li wan dikir, sibe heke rewş biguhere dê dîsa heman tiştî bikin. Ji lew re jî divê polîs tu caran ji bin siya hiqûqê dernekeve û hiqûq bi xwe nekeve bin kontrola polîsan.”
Li gorî hinek nirxandinan, hefsarê dewletê heta 2004’an di destê leşkeran de bû, ji 2004’an heta 2010 kete destê endamên MÎT’ê; plan bername ji hêla wan ve hatin diyarkirin û birêvebirin. Pîştî 2010’an êdî hefsarê dewletê kete destên polîsan. Îro ji bo hinekan jî geşt û seyran e, kêf û dewran e. Di vî warî yên herî bextewar polîs in. Bi kurtasî îro cejna polîsan e. Piştî polîsan hinek kurdên me tên, ewên ku pesna reformên AKP’ê didin û bang li PKK’ê dikin ku ew jî çekan dayne û were ser sifreya hazir. Gerçî ew jî van rojan ditirsin, dibêjin dibe ku peşk li me jî bikeve û rojekê dora girtinê were me jî. Lê dîsa jî kêfa xwe li şûnê ye.
Ji bo kesên li dijî AKP’ê Tirkiye bûye girtîgeheke servekirî. Desthilatiya AKP’ê û hevalbendên wê kesên ku dikarin bikirin, bi bertîl û xûgiyan dikirin, kesên ku dikarin bitirsînin bi gef û tehdîtan çavtirsî dikin, kesên mayî jî hinek tên girtin, hinek jî tên kuştin. Di encamê de her roj bi dehan kes tên girtin û bi her girtinê re deriyê qadeke nû li ber desthilatiya AKP’ê tê vekirin.
Desthilatiya AKP’ê bi gelek aliyên xwe dişibe desthilatiyên berê, lê bi hin aliyên xwe naşibe desthilatiya partiyên berê. Partiyên din tu caran nediwêrî doza bidestxistina dewletê bikin, xetên sor hebûn, ji wan xetan derbas nedibûn. Lê AKP û hevalbendên wê tu xetên sor nehiştin, hemû jêbirin, ji xwe re hinek xetên sor ên nû xêzkirin. Partiyên berê mirovên xwe di hin qedemeyên dewletê de bi cih digirin, lê caran wan qesta avakirina pergaleke civakî nedikir. AKP û hevalbendên wê ji bo pêkanîna vê pergalê li pey desthilatiyeke tam in. Lewre jî ji ragihandinê bigire heta perwerdehiyê ji werzîşê bigire heta sermayeyê hemû qadan li gorî daxwaz û pêdiviyên xwe ji nû ve saz dikin.
Lê divê neyê jibîrkirin ku her desthilatî piştî demekê dijberên xwe jî diafirîne. Hin caran ev dijber ji nav wê bi xwe derdikevin, hin caran jî kom û kesên ku ji helwest û kirinên desthilatdaran zivêr dibin, digihêjin hev û li dijî desthilatiyê radibin. Ev kirinên AKP’ê êdî rika gelek mirovan dikişînin ser xwe. Niha di nav civakê de li hemberî van kirinan nerazîbûn her ku diçe zêdetir dibin.
Ji ber ku AKP hêvî û daxwazên mirovan li ber çavan nagire, daxwazên xwe li ser wan ferz dike. Berê gelek tişt li ser navê azadî û demokrasiyê dikir, lê belê piştî ku cara sêyem bû desthilatdar êdî guh nade van tiştan, bê tirs û paxav bernameyeke tund dimeşîne. Îro her kes dibîne ku armanca AKP’ê ne guherîna demokratîk e, ew dixwaze li şûna desthilatiya berê, pergala xwe ya antî-demokratîk bi cih bike. Ango li şûna pergala leşkeran, pergala polîsan; li dijî pergala kemalîst pergaleke neo-osmanî bi cih bike.
Îro dijberiya li hemberî vê desthilatiyê pir qels û belawela xuya dike, lê her ku diçe zêdetir kes berê xwe didin nav refên tevgerên dijber. Tiştê ku ji sazî û tevgerên demokratîk tê xwestin ev e ku yekitiya xwe xurt bikin û bi bernameyeke rasteqîn a aştî û demokrasiyê li ber xwe bidin. Xebateke bi vî rengî dûr-nêzîk dê bi ser bikeve.